‘Nêrînên Ocalan deriyê xilasiya ji aloziyan e’

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Fetilah Hiso got: “Nêrînên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nameyên xwe yên dawîn de pêşkêş kirine, deriyê xilasiya ji aloziyan e. Em bang li Tirkiyê dikin ku sûdê ji derfetan bigire ku li herêmê aştiyek herdemî pêk were.”

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Fetilah  Hiso girêdayî nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ajansa me re axivî. Hiso got: “Nameya dawî ya Ocalan pir giringe. Her wiha têde banga vejandina aştiya herêmê kiriye.”

Hiso bang li Tirkiyê kir û wiha got: "Divê Tirkiye ji bo nameya Ocalan bi awayek erênî tev bigere. Ji ber nêrînên Ocalan deriyê xilasiya ji aloziyan in. Heman demê de çareseriya nakokiyên ku bi sedema dewleta dagirker a Tirk tê re derbas, dibin e."

Hiso îşaret bi binpêkirinên dewleta Tirkiyê yên li dijî gelên herêmê kir û wiha axivî: “"Em gelê Kurd armanca me vejandina aştiyê ye. Em û Rêber Ocalan ji salan ve banga aştî, ewlehiyê û dûrî siyaseta şer dikin. Dewleta Tirk li dijî aştî, demokrasî û azadiya gelan e. Hedefa wê vejandina desthilata Osmanî ye.”

Hiso diyar kir ku hemû kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina xaka Sûriyê û guhartina demografiya wê jî, her tim dê ziyanê bibîne, ji ber rastiya her dewleteke ku li xwînrijandin û koçberkirina şêniyan digere, dê ziyan para wê be.

Hiso gotinên xwe wiha domand: “Ji dehan salan ve dewleta dagirker a Tirk şerê gelê Kurd û gelên herêmê bi giştî dike. Lê belê li dijî gelê xwedî vîn û baweriya bi neteweya demokratîk, bi ser nakeve. Çareseriya ji tevahî pirsgirêkan re " zimanê diyalogê" ye. Çawa ku Ocalan bang kiriye. Divê dewleta dagirker a Tirk hewldana zimanê diyalogê bike. Ji ber ku aliyek heye ku li diyalog û aştiyê digere."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din