‘Nêrînên Ocalan pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Sûriyê çareser dike‘

Nivîskar û rojnamevanê Misirê Seyid Ebdulfetah destnîşan kir ku nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe disperê nirx û pransîpên mirovî û exlaq û got: "Heger li ser erdê pêk werin, dê aloziya Sûriyê di nav de hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin."

Aloziya Sûriyê di sala nehemîn de didome, heta niha tu çareserk ku karibe xizmeta gelê Sûriyê bike pêk nehatine. Gelê Sûriyê ji ber şerê di navbera rejîma Sûriyê û hêzên dewletên herêmî û cîhanî, di serî de Tirkiyê azarên mezin dişînin.

Civîn û kongreyên bi navê çareserkirina aloziya Sûriyê yên li ser asta navdewletî, herêmî û erebî ji bo gelê Sûriyê bê encam in. Sedema vê yekê destwerdanên derve di aloziyê de wekî Tirkiyê ku gelek dever li Sûriyê dagir kirine, her wiha rola Rûsya, Îran, Amerîkayê û Qeter û hwd jî di mezinkirina temenê aloziyê de heye. Dîsa jî aliyê ku navê muxalefta Sûriyê li xwe dike ya xwe xistiye hembêza Tirkiyê û armancên wê pêk tîne, heta niha tu projeye ku gelê Sûriyê ku krîza heyî xelas bike, pêşkêş nekirine.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê xwediyê projeya netewa demokratîk di nameyên xwe yên dawî de ku bi rêya parêzerên xwe re şandibûn gelek xal têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyê de pêşkêş kir. Ocalan got, heger derfet çêbibe dê karibe roleke pozîtîv di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîze. Her wiha bang li gelê Sûriyê ku têkoşîneke hevpar bimeşînin û yekitiya Sûriyê biparêzin.

‘Nêrînên Ocalan pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike‘

Li ser mijarê nivîskar û rojnamevanê Misirê Seyid Ebdulfetah ê gelek caran serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye got: "Beriya niha gelek caran me gotibû ku ev kesayet dikare çareseriyan ji bo aloziya Sûriyê û tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêşkêş bike. Heger pêşniyarên wî li ser erdê werin pêkanîn dê pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin. Nêrînên Ocalan xwe dispêre nirx û piransîpên mirovî û exlaqî, ji ber ku ji kurahiyê rastiya mirovan li herêmê û taybetmendiyên gelên li ser xaka Rojhilata Navîn dijîn têgihiştine. Ocalan ji bo xurtkirina rêgezên jiyana aştiyane ya di navbera gelê herêmê de yê resen û qedîm dixebite. Ji vî bingehî daxuyaniyên Ocalan ên girêdayî Sûriyê girîng tên ku balê dikşîne ser azadiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girîngiya têkoşîna hevpar."

‘Bê ked û têkoşîn azadî ne pêkan e‘

Seyid Ebdulfetah îşaret pê kir ku divê gelên Sûriyê girîngiya bidestxistina azadiya xwe nas bikin û wiha pêde çû: "Bê ked û têkoşîn azadî ne pêkan e, ne ku gelên herêmê li benda rejîmên hakim anî jî hêzên herêmî û navdewletî bimînin ku azadiya wan bide wan, lê belê divê bi xwe bixebitin û azadiya xwe pêk bînin. Dîsan jî divê girîngiya xebatek hevpar a mezin di nava gelan de nas bikin, ji ber ku bi karê hevbeş wê karibin azadiya xwe bidest bixin û girîngiya rêgezên jiyana aştiyane ya hevpar a dikare berjewendiyên hevkar di her aliyan de pêk bîne bizanibin. Wekî Ocalan got, ji bo parastina yekitiya Sûriyê divê gelê Sûriyê bi hev re bijîn, heger ne bi vê modêlê be ku kes nikare wan têk bibe."

Nivîskar û rojnamevanê Misirê Seyid Ebdulfetah bal kişand ser girîngiya ku dewletên cîhanî û herêmî destekek mezin bidin Ocalan û hevalên wî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û got: "Cihê mixabiniyeke mezin e ku dewletên herêmî û cîhanî salên dirêj winda kirin ku helwestên dijminahî û negative nîşanî doza Kurdî û têkoşîna gelê Kurd ê Ocalan û hevalên wî nûnertiya wê dikin, dabû. Di heman demê de helwestên wan ji fikir û insyatîfên çareserkirina doza gelê Kurd li Tirkiyê û Sûriyê û pirsgirêkên gelên herêmê neyinî bûn. Destê gelek dewletan di şer û dijminahiya Ocalan û hevalên wî de hebûn û beşdarî komploya girtîna wî bûn û ji girtina wî ya di girtîgeha takekesî ya Îmraliyê de bêdeng in."

Ebdulfetah diyar kir ku van dewletan girîngiya fikirê Ocalan dereng nas kirin, kesên ku xwedê li fikirê Ocalan derketin û pêk anîn tenên kesên ku dikarîn li hemberî xeteriya DAIŞ‘ê ya li ser tevahî mirovahiyê bisekinin. Lew ra divê ev dewlet desteka mezin bidin Ocalan û hevalên wî da ku aloziya Sûriyê çareser bibe û fişarê ji bo rizgarkirina wî bikin.

ANHA


Mijarên Din