‘Nêrînên partiyên Başûr der barê pêşniyarên partiyên Rojava de erênî bûn’

Mustefa Meşayix destnîşan kir ku hemû partiyên kurdî ku li Başûrê Kurdistanlê li hev kom bûn, nêrînên wan ên der barê pêşniyarên partiyên kurdî yên Rojava de erênî bûn.

Şandeyek ji partiyên kurdî yên Rojava ku ji hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, serokê Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî, serokê Partiya Çepgir a Kurdî ya Sûrî Mihemed Mûsa, cîgirê serokê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Mustefa Meşayix û nûnera Kongreya Star li herêma Kurdistanê Cîhan Xelîl, serdana Başûrê Kurdistanê kir û bi partiyên siyasî re hevdîtinan pêk tînin.

Cîgirê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Mustefa Meşayix ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku armanca wan ji serdanê ji partiyên kurdî yên Başûrê Kurdistanê re, ew e ku bi partî û buroyên partiyên Kurdistanê re bicivin û der barê mijarên girêdayî herêmê û Kurdistanê de nêrînên xwe pêşniyar bikin û li nêrînên wan jî guhdar bikin.

Armanca yekrêziya nêrînên kurdistanî ye

Mustefa Meşayix diyar kir ku armanca wan a duyemîn ji serdanê jî ew e ku hinek xwestekên xwe ji wan partiyan re bêjin, mîna yekrêziya nêrînên kurdistanî têkildarî bûyerên ku li Kurdistanê çêdibin û wiha got: "Êrîşên xurt li ser her çar parçeyên Kurdistanê hene. Piraniya wan ji aliyê dewleta Trik a dagirker ve ne. Bi awayekî dijminatî êrîşî herêmên Başûrê Kurdistanê dike. Her wiha kantona Efrînê dagir kiriye û gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare dike û zilmê li gelê Bakurê Kurdistanê dike."

Meşayix destnîşan kir ku yek ji armancên wan ên serdana Başûrê Kurdistanê jî, çawaniya parastina destkefiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin û bi awayekî destûrî wan biparêzin û wiha pê de çû: "Heger destkeftî bi awayekî destûrî neyên parastin, dê xetere li ser me hebe."

Meşayix got di vê demê de ev kar ji partiyên kurdî tê xwestin, her wiha bal kişand ser ku ew wek partiyên kurdî dixwazin beşdarî civînên ku di demên pêş de der barê dayîna destûra Sûriyê ya nû de da ku mafên Kurdan mîsoger bikin.

Mustefa Meşayix anî ziman ku ji sedemên sereke yên serdana wan ew e ku bûyerên ku li dijî gelê Efrînê ji kiryar û binpêkirin ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên kirin, bi partiyên kurdistanî re nîqaş bikin û wiha dewam kir: "Rewşa Efrînê pir xirab e. Artêşa Tirk a dagirker li dijî gelê Efrînê binpêkirinên dijwar pêk tîne. Demografiya Efrînê diguherîne. Gelek komployên qirêjî li dijî gelê Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û hevalbendên wê ve tên kirin."

Meşayix îşaret bi destkefiyên ku li Rojava hatine bidestxistin kir û got ew destkefiyên kurdistanî ne, erka hemû partiyên kurdî ye ku destekê bidinê û parastina destkeftiyên gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Mustefa Meşayix diyar kir ku gelek hevdîtin bi partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê re mîna Buroya Siyasî ya Partiya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya serkreterê giştî yê partiyê Kosret Resûl, Partiya Guhertinê bi serokatiya Umer Seyid Elî, Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Rojhilat, Partiya Demokratîk a Kurdistanê- Îranê kirine û wiha anî ziman: "Tê payîn ku hevdîtin bi Partiya Demokratîk a Kurdistanê –Iraq, buroya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) li Başûr, partiyên îslamî û Partiya Komunîst a Kurdistanê re werin kirin."

Cîgirê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Mustefa Meşayix di dawiyê de tekez kir ku hemû partiyên ku hevdîtin bi wan re hatine kirin, nêrînên wan der barê pêşniyarên partiyên kurdî yên Rojava de erênî bûn û tekezî li ser yekrêziya kurdî kir û diyar kir ku ev yek kar û xebatê dixwaze.

(bx/kc)

ANHA


Mijarên Din