Nêrînên xelkên Tirbespiyê derbarê komînan de

Şêniyên navçeya Tirbespiyê girîngiya ku kêmasiyên di xebatên komînan de derketine werin derbaskirin û belgeyên ku ji komînê derketine di saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de esas bê girtin.

Bi nêzîkbûna pêvajoya jinûve sazkirina komînan li navçeya Tirbespiyê û bi armanca nîqaşkirina xebatên komînan, astengiyên du di nava 2 salan de li pêşiya karê komînan derdiketin û çawaniya derbaskirina van pirsgirêkan Meclisa Kantona Qamişlo rêzecivînan li navçeya Tirbespiyê li dar xistin.

Li navçeya Tirbespiyê 162 komîn hene, li navenda navçeyê 38 komîn, bajarokê Maşûq 38, bajarokê Ebû Firai 42, bajarokê Til Marûf 29 û bajarokê Hilwa 15 komîn.

Di rojên dawî de, Meclisa Kanona Qamişlo ji bo hemû komînên navçeyê rêzecivîn li dar xistin. Di civînan de şêniyan daxwaz ji meclisê kirin ku pêwîste kesên bê bawer di demên bê de werin hilbijartin, komîn li gorî pêwîstiyên pêvajoyê werin rêxistinkirin û komîteyên wê bi taybet ên xizmetguzarî bêtir werin aktîvkirin.

Her wiha şêniyan daxwaz kirin ku pêwîste erkên komînan weri berfirehkirin û belgeyên ji komînan derdikevin di saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  de esas bê girtin.

 Welaiyê bi navê Îmad Xelef têkildarî xebatên komînan destnîşan kir ku komîn bingeha pêşxistin û rêxistinkirina civakê di her aliyan de, siyasî, aborî, leşkerî û xizmetguzarî ye û ggot, divê di demên pêş de hîn bêtir pêşgirî bi komînan re were kirn.

Hevserokê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Mihemed Hecî Ferhan diyar kir armanca civînan ew e ku li şêniyan guhdar  bikin, li ser pirsigrêkên ku di nav xebatên komînan de derketine bisekinin, li gorî nêrîn û pêşniyarên şêniyan bernameyeke giştî ya meclisa kantonê deynin.

ANHA


Mijarên Din