​​​​​​​Nîşaneya îflasa siyasî: Şanoya Stenbolê- Leyla MÛSA

Dewleta Tirk a dagirker li ser xwîna gelan û pêkanîna hemû cureyên jenosîdan li dijî wan ava bûye û van sûcan didomîne. Dewleta Tirk dibîne ku hebûn û mayîndebûna wê ya li ser desthilatdariyê girêdayî tunekirina gelên herêmê yên resen, jiholêrakirina dîroka wan û berevajîkirina rastiyan e.

Lê di her pêvajoyeke dîrokî de ku hikumetên Tirk tê re derbas dibin, nemaze dema ku desthilata wan di bin gefên hilweşînê de ne, zimanê xîtaba xwe ya li hemberî muxalifan diguherîne û hinekî nerm nêzî dibe. Li vir zimanekî nerm, zimanê lêborîn, danûstandin û rûniştina li ser maseya diyalogan bi kar tîne da ku karibe demeke baş qezenc bike û di vê demê ajnîdeyên xwe pêk bîne,  piştre jî vegere mîna berê. Ev hemû gavên taktîkê ne, armanc jê ew e ku siyasetên xwe yên ku li ser esasê qirkirina gelan e, bi cih bîne.

Li vir em ê balê bikişînin ser derewên ku Tirkiyê di çarçoveya dîroka nûjen de afirandine.

Dema ku Tirkiyê di şerê xwe li dijî gelê Kurd û PKKʹê de di rewşeke zehmet de bû û ji ber ku gelê Kurd û PKKʹê desthilata Tirk lawaz kir û ew neçarî diyalogan bike, di sala 1993ʹyan Turgut Ozal hewl da bi birêz Ocalan re rûnê û pirsgirêka kurdî ya li Tirkiyê bi rêbazên aştiyane çareser bike. Dewleta Tirk wê demê ji serokê YNKʹê birêz Celal Talebanî û serokê Iraqê yê berê xwest ku bibin navbeynkarên diyalogan. Diyalogan gihiştin encamên baş û çareseriyên li gorî her du aliyan.

Di roja ku diviyabû peywendiyeke telefonê di navbera Ozal û birêz Ocalan de pêk hatibû, wefat Ozal di rewşeke bi guman de hat ragihandin. Heman demê birêz Ocalan agirbest ragihand da ku pêvajoya aştiyê dest pê bike. Lê îstîxbarata Tirk bi rêya ajanekî xwe yên di nava partiyê de li herêma Bîngolê kemînek ji leşkerên Tirk ên ku destûra xwe ya bêhnvedanê vedigeriyan re danîn, di encamê de 33 leşker mirin.

Bûyera din jî, dema ku Erdogan derbasî pêvajoya diyalogan bi birêz Ocalan re bû  da ku li gorî însiyatafa ku birêz Ocalan di Newroza 2013ʹan de ragihandiye, pirsgirêka kurdî were çareserkirin.  Diyalog heta 2015ʹan dewam kir. Lê hikumeta AKPʹê xebat û proseya diyalogan têk bir, ji ber ku hîs kir ku gefeke cidî li ser desthilata wê heye, nemaze piştî serkeftina mezin a ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên parlamentoyê de bi dest xist. Cara yekemîn hikumeta Tirk encamên hilbijartinên îtîraz kir û xwest ku hilbijartin careke din were dûbarekirin.

Hemwextî van hilbijartinan DAIŞʹê li Iraq û Sûriyê qadên fireh dagir kirin. Bi vê yekê Tirkiyê DAIŞʹê wekî werîsê ku wê ji aloziyê tê de xilas bike, dît da ku pêvajoya aştiyê ya bi birêz Ocalan re têk bibe û pirsgirêka kurdî ji holê rake û wê di rewşeke aloz de bihêle, di heman demê de da ku projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Di vê çarçoveyê de îstîxbarata Tirk teqînek li Enqereyê pêk anî, di encamê de zêdetirî 100 kes hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn. Teqîna duyemîn jî li Pirsûsê rû da û di encamê de 32 kes hatin qetilkirin û 100 birîndar bûn.

Bi hinceta şerê li dijî rêxistina DAIŞʹê Tirkiyê dest bi pêvajoyeke nû ya destwerdan û dagirkirinê kir. Dewleta Tirk di sala 2016ʹan alavên xwe yên ji rêxistinên îslamperest ên terorîst bi kar anî û rasterast herêmên Ezaz, Cerablus û Babê dagir kirin. Lê di rastiyê de ev gaveke ji bo qutkirina rê li ber QSDʹê bû da ku bajarê Minbicê rizgar neke.

Tirkiyê gelek torên diyalog pêk anîn û zextên mezin li civata navneteweyî kir da ku wê îqna bike ku çiraya kesk bide wê ku operasyoneke leşkerî ya nû li dijî herêmên Rêveberiya Xweser pêk bîne, lê hemû hewldanên wê bi bin ketin.

Piştî ku hewldanên wê yên pêkanîna operasyonên leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bin ketin, Tirkiyê siyaseteke nû ragihand. Di çaçroveya vê siyasetê de xwest bi navbeynkariya Rûsyayê têkiliyên xwe bi desthilata Şamê re baş bike. Encama yekemîn a vê yekê ev bû; Cebhet El Nusra li herêmên Efrîna dagirkirî û Babê bi cih kir, li beramberî ku ji bo vegera bi zorê ya penaberên sûrî ji bo Sûriyê bixebite, da ku li aliyekî rewabûnê dide desthilata Şamê û ji bo armacên din e ku dibe di rojên bê de diyartir bibe. Lê ya teqez armanc ji vê yekê ew e ku her du alî xebatên xwe li dijî projeya rêveberiya xweser ku wekî projeyeke niştimanî ya pirreng e, bikin yek û xurt bikin.

Piştî pêşketinên dramaîtk ên bi lez ên li bakurê Sûriyê û bertekên gel û yên navneteweyî, her wiha piştî teqîna terorîst a li Stenbolê, gelek pirs xwe didin der. Gelo nîşaneyên dema teqînê çi ne, sedemên li pey wê çi ne û kî sûdê jê digire?

Rojek beriya ku Erdogan beşdarî civîna G20 bibe, ev teqîn çêbû. Li wir Erdogan bi Biden û serokên dewletên din re civiya. Wekî her tim Erdogan dixwaze van bûyeran di qadên navneteweyî de qezenc bike da ku ajîndeyên xwe ferz bike, nemaze piştî ku nikarî civata navneteweyî, bi taybet Rûsya û Amerîkayê yên ku di aloziya Sûriyê herî bi bandor in, iqna kiriba,  lê nedixwest destvala û bêyî hincetek xurt ji bo dagirkirinê biçe civînê.

Her wiha Tirkiyê nêzî hilbijarrtinan dibe. Gele nîşaneyên lawazbûna AKPʹê ji bo qezenckirina dengan hene. Ji wê zêdetir Tirkiyê  Kurdan tawanbar dike ku giraniya xwe di nav gel de xurt bike û HDPʹê tengav dike da ku beşdarî hilbijartinan nebe, nemaze ku bi hemû rêbazan hewl dide karê vê partiyê bisekinîne. Serokê MHPʹê yê şirîkê Erdogan di desthilatê de eşkere kir ku ew ê terorîstan an ku parlamenterên HDPʹê ji parlamentoya Tirkiyê biqewitînin.

Li gel gefên rasteqîn ên li ser hebûna AKPʹê li ser desthilatê û ragihandina rewşa awarte li Tirkiyê, ne dûr e ku bûyerên bi vî rengî di pêşerojê de rû bidin ku bikevin xizmeta siyastên wê.

Têkildarî teqîna li Stenbol,  tawanên li dijî jinekê ku sûrî ye, nefret û hêrsa gelê Tirkiyê li hemberî Sûriyê zêde dike. Li aliyekî din hincetekê dide Tirkiyê da ku penaberên Sûriyê neçar bike ku vegerin Sûriyê û wan li herêmên dagirkirî bi cih bike, di encamê de projeya xwe ya guhertina demografî, qirkirina entîkî ya li dijî niştecihên herêm yên resen temam bike û rewşeke dijminane ya domdarî di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de birafîne, nemaze ku koçberên li herêmên din ne şûna niştecihên resen bi cih dike. Dewleta Tirk bi vê yekê rewşeke bi nakok di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de ava dike da ku destwerdana xwe ya domdar li Sûriyê misoger bike û di demên pêş de jî bi kar bîne.

Tê zanîn ku Tirkiyê siyaseta xapandinê bi kar tîne, dixwaze demê qezenc bike da ku siyasetên xwe bi cih bîne. Bi hevkariya bi desthilata Şamê re beşek ji vê siyaetê bi cih anî, bi taybet dema ku herêm radestî Cebhet El Nusra ya herî terorîst kir, komên girêdayî xwe kir yek û di encamê de eniyeke xurt a yekbûyî ya rêxistinkirî ava kir da ku bi rêya wê herêmên nû dagir bike.

Bi vê yekê û bi ragihandina operasyoneke leşkerî ya nû ya ku Şam red dike, dewleta Tirk lihevkirin û diyalogên bi desthilata Şamê re bin pê dike û sozên xwe paşguh dike. Li ser vê yekê wezîrê karên derve yê Şamê Feysel di civînekê de ku balyozxaneya Cezaîrê ya li Şamê li dar xistibû ragihand ku Şam operasyoneke leşkerî ya nû ya ku dê aloziya li welat kûrtir bike, red dike.

Ev yek jî di demekê de pêk hat ku di navbera Tirkiyê û hikumetên Fînlandiya û Swêdê de derbarê endamtiya NATOʹyê de diyalog û danustandin ji nû ve dest pê kiriye, da ku wan neçar bike ku bersivê bidin daxwazên wê yên şerê li dijî Rêveberiya Xweser.

Hikumeta AKPʹê bi van şanoyên pêkenok hewl da gelek armancên xwe pêk bîne. Lê di derhênerî û senaryo de bi ser neket. Bi vê yekê wêneya xwe li ber civata navneteweyî û gelê Tirkiyê reştir kir. Ev yek ji bo sûriyan bi giştî û opozîsyonê derfeteke da ku têkiliyên xwe yên bi AKPʹê re di ber çavan re derbas bikin.

Me hin rastiyên di çarçoveya dîrokî de parve kirin da ku em karibin dersan jê bigirin û neyên lîstokên qirêj ên Enqere ya ku bi hişmendiya xwe ya mêtîngerê mirovan, heta bi kesayetên xwe yên neteweyî dixapîne.

Tirkiyê di îflaseke siyasî û aloziyên kûr yên hundir û têkiliyên herêmî  û navneteweyî tengijî ye û ne dûr e ku di vê rewşa îflasê de şanoyeke din a pêkenok biafirîne.