‘Nîşaneyên vegera şer di navbera Xeza û Îsraîlê de hene’

Piştî aramiyê careke din li Xezayê nîşaneyên derketina şer di navbera Îsraîl û komên Filistînê de derketin holê. Wargehên Îsraîlê yên nêzî Xezayê bi balonên sojer hatin hedefgirtin. Li gorî çavdêran, dibe ku di rojên pêş de şer di navbera her du aliyan de derkeve.

Ev 3 roj a başûrê Îsraîlê bi balonên sojer tê hedefgirtin. Di heman demê de çavkaniyên komên Filistînê ji ANHA`yê re diyar kir ku îhtîmal heye ku komên Filistînê bi moşekan êrişî wargehên Îsraîlê yên li nêzî Xezayê bikin.

Di dirêjahiya sê rojan de û di demên cuda de, ji ber wan balonên sojer û bombebarkirî şewatên mezin li wargehên Îsraîlê çêbûne. Artêşa Îsraîlê bersiv da û nuqteyên girêdayî komên Filistînê yên li Xezayê topbaran kirin.

Heman çavkaniyan bi bîr xist ku biryara gurkirina nakokiyê bi lihevkirina komên Filistînê pêk hatiye, lê ev lihevkirin nehate ragihandin. Komên Filistînê ji vê yekê diwazin dosyaya agirbestê bilivînin û Îsraîlê neçar bikin ku şertên bi rêya navbeynkaran; Misir, Qeter û NY`yê hatine danîn, pêk bîne.

Li gorî çavdêran komên Filistînê tê gihîştin ku Îsraîl bêyî bicihanîna şertên agirbestê, aramiya li ser sînorên xwe dabîn kir. Ji ber wê komên Filistînê ketin nava liv û tevgerê.

Her wiha komên Filistînê dibînin ku pêwîstî bi sivikkirina dorpêça ku ji beriya 14 salan ve li Xezayê hatiye ferzkirin, heye. Li gorî komên Filistînê Îsraîl hewl dide xwe ji vê yekê bide alî.

Şîrovekarên siyasî got dibe avêtina balonên sojer ber bi Îsraîlê ve, bibe sedema gurkirineke leşkerî ya sînordar û ev yek jî deriyê dosyaya agirbestê careke din veke.

Di Nîsana 2019`an komên Filistînê û Îsraîlê li hev kiribû.

Li gorî raporên girêdayî wan lihevkirinan, ew ji projeyên jinûveavakirinê li Xezayê, restorekirina binesaziya warên avê û kehrebeyê li Xezayê, sererastkirina toreyên kanalîzasyonan û kêmkirina asta bêkariyê pêk tên. Lê heta niha bendên lihevkirinan pêk nehatin li gel ku aramiyek li ser sînor heta demeke dirêj pêk hat.

Wezîrê Ewlekariyê yê Îsraîlê Benny Gantz roja pêncşema derbasbûyî têkildarî hedefgirtina artêşê nuqteyên komên Filistînê li Xezayê gotibû: “Îsraîl nahêle tu kes serweriya wê binpê bike yan jî zirarê bigihîne niştecihên li başûr. Divê kesên li Xezayê tê bigihêjin ku tu çareserî ji bilî vegerandina dîlgirtiyên Îsraîlê yên li Xezayê tune ye. Aramî dê geşedaneke aborî li Xezayê pêk bîne.”

eh

ANHA


Mijarên Din