Nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyê careke din bû hedefa rejîm û Rûsya

Hêzên Rûsya û rejîma Sûriyê nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyê li gundê Şêr Mexar ê Hemayê topbarankirin. Tê gotin ku 3 helîkopterên Tirkiyê li herêmê digerin da ku kuştî û birîndarên xwe rakin.

Hêzên rejîma Sûriyê û Rûsyayê careke din nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê li gundê Şêx Mexar ê rojavayê Hemayê kirin  hedef.

Vê sibê karwanekî nû ji dagirkeriya Tirkiyê bi rêya dergeha Xerbê Coz ê dikeve ser sînorê Lîwaa Îskenderon, derbasî xaka Sûriyê bû. Karwan ji zêdetirî 10 wesayitan pêk dihat.

Çavkaniyên xwecehî diyar kirin ku 3 helîkopterên Tirkiyê di ser bajarê Idlibê de gihaştin nuqteya çavdêriyê ya Tirkiyê li gundê Şêr Mexar ê rojavayê bajarê Hemayê da ku kuştî û birîndarên xwe rakin.

Malpera Xeber.24 jî ragihandin, 3 helîkopterên Tirkiyê û balafireke şer a F-16 esîmanê bajarê Idlibê derbas bikin û ber başûrê ve derketin da ku kuştî û birîndarên xwe yên bombebarana li ser nuqteyan çavdêriyê ya Şêx Mexar rakirin. Malperê diyar kir hêzên Rûsayê vê êvarê 4 top li nuqteyê xistin.


Mijarên Din