Nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê li ku derê belav dibin?

Di qada Idlibê de gelek pêşketinên bilez rû didin. Dibe ku bibin sedema şerekî di navbera hêzên herêmî û navdewletî de. Tirkiyê bi rêya avakirina nuqteyên çavdêriyê li Idlibê dixwaze herêmê kontrol bike. Ev jî Rejîma Sûriyê û Rûsyayê aciz dike. Gelo ev nuqte li ku derê belav dibin?

Rewşa bajarê Idlibê ber bi nakokiyek zêdetir ve diçe. Li gorî çavdêran dibe ku şerek di navbera Tirkiyê û Rejîma Sûriyê û Rûsyayê de ji ber israra Tirkiyê li ser nuqteyên çavdêriyê ku li Idlibê avakirine, rû bide. Ev nuqte bi 60 km di nav axa Sûriyê de hatine avakirin.

Şer niha nêz herêmên ku nuqteyên Tirkiyê lê hene bi taybet Murik dibe.

Tirkiyê di çarçoveya lihekirina Rûsya û Îranê de ya ku li Astanayê di Îlona 2017‘an de pêk hatibû de di Cotmeha 2017`an de dest bi avakirina nuqteyên çavdêriyê li Idlibê kir.

Nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê li gundewarên Heleb, Idlib, Hema û Lazîqiye belav dibin. Nuqte ev in:

Nuqteya yekemîn: Li gundê Salwa yê gundewarê bakurê Idlibê. Hêzên Tirkiyê di 12-10-2017`an de derbasî wir bûn.

Nuqteya duyemîn: Keleha Semaan a gundewarê rojavayê Helebê. Hêzên Tirkiyê di 23-11-2017`an de derbasî wir bûn.

Nuqteya sêyemîn: Şêx Eqîl li r gundewarê ojavayêHelebê. Hêzên Tirkiyê di 27-11-2017`an de derbasî wir bûn.

Nuqteya çaremîn: Til El-Îs başûrê gundewarê Helebê. Hêzên Tirkiyê di 5-2-2018`an de derbasî wir bûn.

Nuqteya Pêncemîn: Til El-Toqan ê gundewarê rojhilatê Idlibê. Hêzên Tirkiyê di 9-2-2018`an de derbasî wir bûn.

Nuqteya şeşemîn: El-Sarman ê ê gundewarê başûrIdlibê. Hêzên Tirkiyê di 15-2-2018`an de derbasî wir bûn.

Nuqteya heftemîn: Çiyayê Enêdan ê gundewarê bakurê Helebê. Hêzên Tirkiyê di 17-3-2018`an de derbasî wir bûn.

Nuqteya heştemîn: El-Zeytûne yê çiyayê Turkman ê bakurê Lazîqiye. Hêzên Tirkiyê di 4-4-2018`an de derbasî wir bûn.

Nuqteya Nehemîn: "Murk başûrê Idlibê. Hêzên Tirkiyê di 7-4-2018`an de derbasî wir bûn.

Nuqteya dehemîn: El-Raşîdîn başûrê gundewarê Helebê. Hêzên Tirkiyê di 9-5-2018`an de derbasî wir bûn.

Nuqteya yazdehan: Şiyar Mixar ê gundewarê rojavayê Hemayê. Hêzên Tirkiyê di 14-5-2018`an de derbasî wir bûn.

Nuqteya dozdehan: Ştebreq ê Cisir El-Şixûr. Hêzên Tirkiyê 16-5 2018`an derbas bû.

Tê zanîn ku Tirkiyê bi awayekî leşkerî mudexeleye her herêmekê bike jê dernakeve. Tirkiyê bi awayekî leşkerî sala 1974`an derbasî Qibrsê bû û heta niha derdora 30 hezar leşkerên wê li wir hene û tu niyetên wî ya derketinê tune ne.

Her wiha bargehên Tirkiyê li Somal, Qeter û Sûdanê beriya hilweşîna rejîma Beşîr hene. Bi awayekî veşartî li Lîbyayê ye û desteka Hikumeta Wîfaq watanî dike.

Li Iraqê jî derdora 20 bargehên leşkerî yên Tirkiyê hene, piraniya wê bi 30 km ji sînorên dûr in. Bargeha Beşîqa ya girêdayî Musilê bi 140 km ji sînorên Iraq-Tirkiyê ve dûr e. Tirkiyê wê bargehê ji 1995`an ve li gel dijberiya Iraqê û binpêkirina qanûna navdewletî ava dike.

Li gorî rapora BBC`ê bargehên Tirkiyê yên li Sûriyê û Iraqê tenê bi rola rêgirtina li pêşiya pêkanîna gelê Kurd her cureyek ji serxwebûn yan jî xweseriyê dilîzin.

Ev helwesta Tirkiyê ji zayîna komara Tirkiyê ve ji aliyê Mistefa Ataturk ve heya niha heye. Ev tişt di referandoma herêma Kurdistanê de sala 2017`an diyar bû. Tirkiyê bi hevkariya Bexdayê herêma Kurdistanê ji aliyên bejahî û asîmanî ve dorpêç kirin.

Hebûna Tirkiyê li Sûriyê aloziyê girêktir dike. Tirkiyê desteka Cebhet El-Nusra(şaxê El-Qaîde li Bîlad El-Şamê) dike. Ew jî alîkariya belavbûna terorê di tevahiya cîhanê de dike.

(şx)

ANHA 


Mijarên Din