Nuqteyên kontrolê yên Tirkiyê li Idlibê bûn hedefa êrîşan

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku artêşa Tirkiyê li nuqteyên kontrolê yên li parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê, bûn armanca êrîşan û her wiha tu ziyanên mirovî tune ne. Wezaretê îdia kir ku êrîş ji hêrêmên hêzên rejîmê ve hat. 

Li gorî Reutersê, Wezareta Parastinê ya Tirkiyê îdia kir ku êrîş ji herêmên ku di bin seweriya hêzên rejîmê de hat.

Her wiha diyar kir ku di encama êrîşê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 3 êrîş di Gulana borî de li nêzî nuqteyên kontrolê yên Tirkiyê yên li Idlibê pêk hatin. Di heman demê de, Enqereyê got çavkaniyên van êrîşan ji aliyê herêmên di bin serweriya hêzên hikumeta Sûriyê de ne. Tirkiyê di wê demê li ser zimanê wezîrê parastinê Hulusî Akar red kir ku nuqteyên kontrolê vala bikin û tekez kir ku hêzên Tirkiyê dê li nuqteyan bimînin.

Li gorî lihevkirina ku Tirkiyê bi Rûsya û Îranê re di 2017’an de pêk anî, 12 nuqteyên kontrolê yên Tirkiyê li Idlibê hatin avakirin.

Di hefteyên borî de, şer li Idlibê di navbera hêzên Sûriyê bi piştevaniya Rûsya û komên çete de dijwar bû û di encamê de nêzî hezar kesî hatin kuştin û li rexê jî 300 hezar kesî berê xwe da sînorê Tirkiyê.

(fr/kc)


Mijarên Din