NY: 12 milyon mirov li Sûriyê li ser alîkariyan dijîn

Cîgira Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ursula Muller tekez kir ku zêdetirî 8 kes ji 10 kesan li Sûriyê di bin xeta birçîbûna rû bi rû ne. Her wiha destnîşan kir ku 12 milyon mirov li Sûriyê li ser alîkariyên mirovî dijîn.

Ursula Muller îşaret pê kir ku ji 8 salên aloziya Sûriyê, gel di rewşeke tirs de dijî. Bi sed hezaran mirov hatin kuştin û piranî ji wan hem aliyê derûnî û hem jî aliyê bedenê astengdar bûne. Hê jî gelê Sûriyê li bakur-rojava û rojhilatê Sûriyê di rewşeke metirsîdar de dijîn.

Ursula Muller di rûniştina Meclîsa Ewlekariya Navdewletî de der barê rewşa mirovî li Sûriyê got: "Bilindbûna asta pevketina li Idlibê ji Sibata derbasbûyî de bû sedema kuştin û birîndarbûna sivîlan. Her wiha binesazî jî hate wêrankirin. Li herêmên li ser sînorê nêzî Tirkiyê zêdetirî 200 sed sivîl hatin kuştin û 120 hezar kes jî birîndar bûn bi sedema leşkerî."

Her wiha Ursula Muller bal kişand ser ku Rûsya û Tirkiyê yên ku bi hev re garantiya peymanê ya herêma bê çek dikine, divê fişarê li hemû aliyan bikin ku li gor peymana 17’ê Îlonê tev bigerin.

Ursula Muller lê zêde kir ku binesazî û bi taybet dibistan û nexweşxane hê jî rastî topbaran tên. Her wiha di mehên Sibat û Adara borî de 11 êrîş li ser dibistanan rû dan û di encamê de 3 zarok hatin kuştin.

Ursula Muller bi bîr xist ku li Bakur Rojavayê Sûriyê 2,7 milyon mirov pêwîstiyên xwe bi alîkariyên lezgîn hene û ji wan zêdetirî 1,7 milyon zarok in ku ji koçberên hundirîn in.

Girêdayî rewşa kampa Holê ya li bajarê Hesekê berpirsa navneteweyî diyar kir ku hê jî bi deh hezaran ji sivîlan li kampê hene. ji %92 jin û zarok in ku dema di bin serweriya terorê DAIŞ’ê de bûn, derûniya wan xerab bûye.

Ursula bi berdewamî got: “Şêniyên di kampê de di rewşeke pir dijwar de dijîn û çarenûsa wan ne diyar e.”

Rewşa malbatên çeteyên ku di kampê de dijîn bi xeteriya mehrûmkirina vegera li welat û ji nû perwerdekirin di aliyê derûnî de dijîn.

Ursula Muller bang li hemû dewletên ku endamên Meclîsa Ewlekariya Navdewletî ne kir ku welatiyên xwe vegerînin û wan jinûve perwerde bikin.

Ursula Muller  bal kişand ser kampa Holê ku zêdetirî 73 hezar sivîl lê hene. ji % 20 zarokên di temena 12 saliyê de lê hene. ji %43 ji şêniyên Sûriyê ne. Ji %42 Iraqî ne. Ji %15 jî biyanî ne.

Di kampê de 458 zarok ji xwediyên xwe qut bûne. ji wan jî 121 li navendên piştevaniya demkî ne ku li benda lêgerîna malbatên xwe ne.

Ursula Muller da zanîn ku li başurê Dêrazorê nêzî 150 hezar mirov li 7 gundên rojhilatê Firatê pêwîstiya xwe bi pêdiviyên mirovî yên lezgîn hene.

(fr)


Mijarên Din