NY: Agirbesta li Yemenê beşek ji peymaneke berfirh e

Nûnerê NY yê Yemenê Martin Griffiths ragihand, ku Neteweyên Yekbûyî nexşeyek rastîn ji bo aliyên Yemenî pêşkêş kir û anî ziman ku agirbesta li Yemenê beşek ji peymanek berfireh e

Nûnerê NY yê Yemenê Martin Griffiths spasiya Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî kir ku agirbesta li Yemenê dirêj kir û destnînîşan kir ku hikûmeta Yemenê û Hûsî niyetên xwe yên tevkeriya bi pêşniyarên navnetewî xuya kirine.

Griffiths, bang li Meclisa Demkî kir ku lihevkiriya Riyadê ya derbarê Yemenê de pêk bîne û got, pêwîste aliyên yemenî bighêjin lihevkirinekê da ku bi avakirina hikûmeke hilbijartî encam bibe.

Ajansa Nûçeyan a Siûdî (WAS) ragihand ku banga qiralyetê ya lidarxistina  kongreyê di 2‘yê Hezîranê de di çarçoveya helwanê wê yên mirovî û geşpêanda cîhanê de bi taybet ji bo Yemenê pê tê.

 


Mijarên Din