​​​​​​​NY: Aliyên şer ên li Sûriyê ji rewşa Koronayê sûdê digirin û êrişî sivîlan dikin

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY)  Michel Bachelet, aliyên şer ên li Sûrîyê di nava de çeteyên DAIŞ‘ê tawanbar kir, ji rewşa Koronavîrusê sûdê digirin û êrişî sivîlan dikin.

Bachelet, îro di daxuyaniyekê de got: "Diyar e ku gelek aliyêln şer ên li Sûriyê di nava de rêxistina DAIŞ‘ê ji mijulbûna cîhanê bi têkoşîna li dijî pandemiya Covid-19 sûdê digirin da ku xwe ji nûve komî serhev bikin û kiryarên bi tund li dijî niştecihan pêk bînin."

Bachelet ev yek mîna "Bombeyeke ber bi teqandinê ve" bi nav kir û got, nabe were paşguhkirin.

Bachelet, anî ziman ku hejmarek nayê zanîn a malbatan bi şok bûn, bajar, gund û malên wan wêran bûn. Her wiha got ew dengê xwe tev li dengê sekretêrê giştî yê NYA‘ê Antonio Guteress dike ku banga agirbestê kir.

Tevî bangê NY‘yê yên agirbestê ji ber şewba Koronavîrusê û erêkirina QSD‘ê banga NY‘yê,  dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.


Mijarên Din