NY: Aliyên şerê Yemenê plana vekişandina ji El-Hudeydayê erê kir

Ajansa AFP`ê diyar kir ku nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Yemenê ragihand ku bi hikumeta Yemenê û Hûsiyan re gihaştin îtifaqekê li ser planeke cuda ji bo vekişandina çekdaran ji bajarê El-Hudeyda, lê dema vekişînê diyar nekir.

Her du aliyan di kanûna 2018`an de li Swêdê tifaqa rawestandina şer îmze kir û li hev kir ku çekdarên xwe vekişînin. Vê yekê jî hêviyên bidawîkirina şer zindî kirin.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Yemenê Martin Griffiths Meclisa Ewlehiyê agahdar kir ku her du aliyan li ser plana berfireh ji bo careke din belav bibin, li hev kir û ew yek jî wek pêvajoya yekemîn a vekişandina ji El-Hudeydayê ye.

Griffiths got ku di hevdîtineke hefteya borî li Senaayê serokê koma Ensarellah a Hûsî Ebdilmelek Hûsî mîsogeriya destekdayîna tifaqa El-Hudeyda daye, lê nûner diyar kir ku gelekî geşbîn nebin, ji ber ku gelek caran vekişandin hatin taloqkirin.

Li paytexta Urdunê Omanê, Griffiths bi rêya dîmenê li kongreyê wiha got: "Em vekirî biaxivin, eger vekişandin çêbe, dê yekemîn çalakiya vekişandina van hêzan di vê aloziya demdirêj de pêk were."

Her wiha serokê nûnerê çavdêriya navneteweyî li Yemenê Michael Lawlessard beriya niha danûstandinên plana vekişandinê çêkiribûn.

Piştî tifaqa li ser pêvajoya yekemîn, dê Lawlessard xebatê li ser pêvajoya duyemîn bike û dê hewl bide çareseriya nakokiyên der barê belavkirina hêzên herêmî li herêmên ku dê jê vekişin, bike.

Dîplomatên navneteweyî dibêjin Hûsiyan vekişandina ji El-Hudeyda wek pêvajoya yekemîn red kiriye, ditirsin ku hêzên Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Sûdiyê bikevin wir û saziyên wan kontrol bikin.

(jo)


Mijarên Din