NY`ê banga dewamkirina danûstandinên El-Hudeyde kir

Çavkaniyên leşkerî ragihand ku 15 kes ji hêzên Hûsiyan di êrîşa artêşa Yemenê li bakurê parêzgeha El-Dali, hatin kuştin û birîndar bûn. NY`yê jî bang li hikumeta Yemenê û Hûsiyan kir ku danûstandinên El-Hudeyde dewam bikin.

Çavkaniyan ji Skynewsê re teqez kirin ku hêzên artêşa Yemenê êrîşî cihên hûsiyan li bakurê El-Qeflê û rojavayê El-Rebî li eniyên Qekbê û Hecer li parêzgeha El-Dali kir.

Artêşa Yemenê basa veguhestina şervanan û hin çekên giran û sivik ên Hûsiyan teqandin.

Di aliyê siyasî de, serokê komîteya kordîneya jinûva belavbûnê li El-Hudeyde Michael Lawlessard şevê din hişyarî da hikumeta Yemenê û koma Ensar Ellah ên Hûsî ku danûstandinan ku hatî sekinandin dewam bikin.

Michael Lawlessard di daxuyaniyekî ku li ser malpera NY`ê hate belavkirin, got: "Di demeke ku herdu alî bi hevpeymana El-Hudeyde ve girêdayîne, lê serokê komîteyê hişyariyê dide ku danûstandinan ku rawestiyan e bidawî bikin û bihêlin herdu pêvajo yekemîn û duyemîn pêk werin."

 (jo/kc)


Mijarên Din