NY: Di sala 2018’an de 12 hezar zarok bûn qurbaniyên şer

Li gorî rapora nû ya NY`yê zêdetirî 12 hezar zarok di sala çûyî de hatine kuştin an jî birîndar bûne. Cihên herî zêde ku qurbanî lê çêbûne; Efxanistan, Filistîn, Sûriye û Yemen in.

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterich ji Meclisa Ewlehiyê re der barê zarokên qurbaniyên şer û şerê çekdarî de rapora salane pêşkêş kir. Di raporê de hate diyarkirin ku binpêkirinên komên çekdar dewam dikin û rêjeya wan li gorî binpêkirinên ku hêzên hikumetan sala 2017`an pêk anîne, bi fikar e.

Di raporê de ku Associated Press ragihand, hate diyarkirin ku zêdetirî 24 hezar kes hatine kuştin an jî birîndar bûne ku binpêkirineke xeternak li dijî zarokan e ku ji aliyê NY`yê ve hate lêkolînkirin. Her wiha di raporê hate destnîşankirin ku zarok hatine leşkerkirin, şîdeta cinsî û revandin li hemberî wan çêbûye û êrîşên li dijî dibistan û nexweşxaneyan pêk hatine.

Her wiha Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) lîsteya çavdêriyê ya zarokan û şerê çekdarî ragihand û tê de destnîşan kir ku hejmara qurbaniyên zarok bi destê hemû hêzên beşdarî şerê Yemenê bûne, bilind bûye.

Antonio Guterich wiha got: "Ez ji binpêkirinên li dijî zarokan ên sala 2018`an pir bi fikar im ku hejmareke mezin a qurbaniyan ji ber kuştin û binpêkirinên hêzên navdewletî jî zêde bûye.”

Li gorî raporê, ku rewşên kesên mirin an jî birîndar bûnê, ji sala 2005’an ve ku Meclisa Ewlehiyê rê da ku çavdêrî û agahdarî lê bê kirin, a herî bilind e.

Li gorî raporê Efxanistan rêjeya herî bilind di lîsteyê de ye, zarok ji sedî 28 ji hemû qurbaniyên sivîlan in. Li Sûriyê jî ji ber bombebaranê hezar û 854 zarok û li Yemenê hezar û 689 zarok ji ber şerê bejahî û êrîşên din bûne qurbanî.

Der barê şerê Îsraîl û Filîstinê de NY`yê diyar kir ku di sala 2018`an de 59 zarokên filîstinî hatine kuştin û 2 hezar û 756 birîndar bûn, di heman demê de 6 zarokên îsraîlî birîndar bûn.

Li gorî raporê ku aliyên şer li Somaliyê 2 hezar û 300 zarok leşker kirine, piraniya wan temenê xwe 8 saliyê derbas nekirine, her wiha ciwanên radîkal hezar û 865 zarok kirine leşker. Her wiha Nîjeryayê asta duyemîn bir ku hezar û 947 zarok lê kirine leşker, hin ji wan wek xwekuj hatin bikaranîn.

Guterich got bi hezaran zarokên din jî bi hezar û 23 êrîşên ser dibistan û nexweşxaneyan bi bandor bûn.

Li Sûriyê, sala 2018’an derdora 225 êrîş ser dibistan û navendên tenduristiyê pêk hatin ku hejmara herî mezin ji destpêka aloziya sala 2011’an, li Efxanistanê jî 253 êrîş ku dibistan û nexweşxane bûn hedef.

Guterich diyar kir ku hejmara mezin ji êrîşan li komara Afrîkaya Navîn, Kolombiya, Lîbya, Malî, Nîjerya, Somalî, Sûdan û Yemenê hate lêkolînkirin.

Di raporê de îşaret hate kirin ku hezar û 248 zarok ku temenê wan 5 salî ne, ji 46 nasnameyên ku DAIŞ`ê berê kontrol kiribûn, di rewşên zehmet di kampa Holê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Hêjayî gotinê ye ku derfetên rêveberiya kampa Holê pir kême, ji ber NY`ê bi berpirsyariya xwe ranabe, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji civaka navneteweyî xwest ku wan zarokan vegerînin welatê wan, lê welatê wan bi hesasiyet li vê mijarê dinêre.

(jo)


Mijarên Din