NY: Navenda Tacora bi 2 derbeyan hat hedefgirtin

NY’yê di rapora xwe de tekez kir ku Navenda Tacora ya bicîhkirina penaberên ne rewa ya li paytexta Lîbyayê Terablusê bi 2 derbeyan hate hedefgirtin. Derbeya yekemîn li keraca ku kes têde tune ye bû û ya duyemîn jî li cihê ku tê de nêzî 120 penaber û koçber hebûn, bû.

Neteweyên Yekbûyî (NY) roja pêncşemê raporek der barê derbeya ezîmanî ya ku li Navenda Tacora ya hewandina penaberên ne rewa ya li peytexta Lîbyayê Terablusê pêk hatiye de, weşand.

NY’yê di rapora xwe de tekez kir ku navend rastî 2 derbeyan hat, ya yekemîn li keraca ku tu kes tê de tune bû û ya duyemîn jî li cihê ku nêzî 120 penaber û koçber tê de bûn, bû.

NY’yê îşaret pê kir ku di hin raporan de hat ku nobetdarên navendê yên ji Lîbyayê piştî derbeya yekemîn, gule li penaber û koçberên ku hewldanê birevin, reşandiye.

Li gor çapemeniya herêmî di derbeya ne diyar a ku Navenda Tacora ya li rojhilatê Terablusê kiriye armanc 53 kes mirin, jê 6 zarok in û bi dehan jî birîndar bûn.

Ji aliyekî dîtir ve hikumeta El-Wîfaq êrîş şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku lêpirsînê der barê de pêk bînin. Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Muşîr Xelîfe Hefter berpirsiyariya vê êrîşê negirt ser xwe.

Di çavçoveya derbeya ezîmanî ya ne diyar de li ser Navenda Tacora ya hewandina penaberên ne rewa ya li paytexta Lîbyayê Terablusê, hikumeta El-Wîfaq a ku li navneteweyê tê îtîrafkirin û hêzên opozîsyona Lîbyayê yên alîgirên Xelîfe der barê êrîşê hev tewanbar kirin.

Li aliyekî din jî hêzên Xelîfe Hefter di roja duşema borî de ragihandibû ku dê derbeyên ezîmanî yên dijwar li dijî hedefên li Terablûsê piştî bikaranîna hemû rêbazên kevn ên şer, pêk bînin.

(fr)


Mijarên Din