NY: Rojên destpêkê yên belavkirina Hûsiyan li bendaran gorî planê birêve çû

NY`yê ragihand ku roja yekemîn a ji nû ve belavkirina hêzên Husî li sê bendaran Yemenê li gorî planên ku hatine danîn  birêve çû.

Li gorî Sputnikê,  NY`yê di daxuyaniya xwe de got hikumeta Yemenê dê benda taybet a xwe di plana vekişînê de bîne cih dema jê were xwestin. Her wiha diyar kir ku di demên pêş de dê xebatên xwe di çarçoveya rakirina xuyangên leşkerî û mayînan de bimîne.

Hêzên Hûsî yên ku desteka xwe ji Îranê digirin, sibeha duh Şemî bi çavdêriya navneteweyî dest bi vikişînê ji bendarên El-Hudeydiye, Ras Îsa û El-Silêf kir.


Mijarên Din