NY: Şerê li bakur û rojavayê Sûriyeyê jiyana 3 milyon dixe metirsiyê

NY: Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku şerê li bakur û rojavayê Sûriyeyê rû dide jiyana 3 milyon mirov dixe metirsiyê.

Cîgira Sekretêra Giştî ya Karûbarên Siyasî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Rosemary de Carlo di civîna Konseya Ewlekariya ya Neteweyên Yekbûyî  de ku îro li ser daxwaza Almanya, Belçîka û Kiwêtê ji bo mijara Idlibê hatibû lidarxistin got, aloziya leşkerî li bakur û rojavayê Sûriyê zêdeyî 120 hezar kes koçber kir û îşart pê kir ku "Hebûna Heyet Tehrîr El-Şam li Idlibê nabe hincet ku jiyana 3 milyon mirov bikeve xeteriyê."

De Carlo banga "Yekrêziya refê" ji bo misogeriya kêmkirina şer li herêmê û destpêkirina pêvajoya siyasî ji bo çareserkirina alaziya Sûriyê kir.

Alîkarê Setretêrê Giştî yê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî Marc Lokoc got, li gorî raporan, tê gotin ku bi kêmanî 160 kes di 3 hefteyên derbasbûyî de li herêmê hatin kuştin.

Lokoc her wiha fikarên xwe ji ber derbeyên hewayî yên li ser herêmê anî ziman û diyar kir ku 49 navendên tenduristiyê ji ber şer naxebitin.

 


Mijarên Din