NY: Zêdetirî 70 milyon koçber di 2018’an de hatine qeydkirin

Çarşemê, NY’yê ragihand ku zêdetirî 70 milyon koçber an jî penaber di 2018’an de hatine qeydkirin. Ev hejmareke mezin e, lê belê hejmara kesên ku ji warên xwe koç bûne ji ya rasteqîn kêmtir e.

Komseriya Koçberiyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya salane de derbarê koçberên ku hejmara wan gihaştiye 70,8 milyon kesî de got ku ne rast e, bi taybet ji ber kesên ku ji aloziya xetimandinê ya Venezulayê revîne nehatine serjimarkirin.

Di dawiya 2017’an de hejmara koçberên ku bi sedema tundî û çewisandinê ji warên xwe koç bûne, gihaşt 68,5 milyon kesî.

Her wiha Komseriyê diyar kir ku zêdebûna hejmara koçberên Etiyopyayê bi sedema nakokiyên etnîkî ne û li rexê li Venezulayê jî bi hezaran kes rojane ji ber hilweşîna aboriyê ku hiştiye danayên xwarin û dermanan kêm bibin, koç dibin.

Li aliyekî din jî NY’yê hejmara kesên ji Venezuelayê ji destpêka 2016’an ve koç kirin, diyar kir. Ev hêjmar 3,3 milyon kes in.

Di vê derbarê de serokê Komseriyê Filippo Grandî ji rojnamevanan re li Cinêverê got ku hejmara koçberan 70,8 milyon kes in. Her wiha jî tenê welatiyên Venezulayê yên ku bi daxwaza fermî koçberî xwestine nêzî 0,5 milyon kes in.

Bi gelemperî hejmara koçberan li cîhanê yên di encama tundiya li hin herêman de ji ya 20 salên borî zêdetir bûye.

(fr)


Mijarên Din