NY`yê bang li aliyên şer ên Yemenê kir

Îro Meclisa Ewlekariya Navdewletî bang li aliyên şer ên Yemenê kir ku hêzên xwe ji El-Hudeydê vekşînin.

AFP`ê diyar kir ku îro Meclisa Ewlekariya Navdewletî ji hikûmeta Yemenê û Komên Ensar Ellah El-Hûsî xwest ku hêzên xwe ji bajarê El-Hudeydê di zûtirin dem de vekşînin.

Li gorî peymana Siwêdê di Kanûna 2018`an de, wê hêz jinûve li El-Hudeydê belav bibin û agirbest were pêkanîn.

Meclisa Ewlehiyê derbarê nepêkanîna peymanê, bi fikar e.

Hêjayî gotinê ku nûnerê NY`ê Martin Griffith ê Yemenê ji meclisê re ragihand ku roja Duşemê hikumetê û Hûsiyan der barê hûrgiliyên xebatên vekişandina yekem a ji El-Hudeydê erê kirin.

 (eh)


Mijarên Din