NY'yê banga agirbestê li milîsên li Terablusê kir

Neteweyên Yekbûyî got, şerên li taxeke niştecihê ya li Trablusê jiyana sivîlan dixe xeteriyê û banga girbesta lezgîn li milîsan kir.

Şaneya Neteweyên Yekbûyî li Lîbyayê li ser twîttera xwe daxuyanî da û got: "Bi fikarên mezin em şerê bi çekên giran di navbera du komên çekdar de li taxa Tacûra ya li Terablusê dişopînin, ku ziyan gihandin milkên taybet û jiyana sivîlan dixe xeteriyê."

Şandeyê banga agirbesta lezgîn û pêkanîna qanûnên mirovî yên navneteweyî kir.


Mijarên Din