‘NY`yê bi hevkariya Rûsya, Tirkiye û Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji alîkariyan bê par hişt’

Rojnameya Foreign Policy a amerîkî da zanîn ku desteyên mirovî yên girêdayî NY`yê bi hevkariya Rûsya, Tirkiye û hikumeta Sûriyê şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rewşa Koronavîrusê de ji alîkariyan bê par hiştin.

Rojnameya Foreign Policy piştrast kir ku rêxistinên navneteweyî bi hevkariya hikumeta Sûriyê di aloziya vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) de, alîkarî ji ser mirovên herî xizan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku pêwîstiya wan bi alîkariyan heye, qut kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku di bin zexta Rûsyayê de ku hevalbendê sereke yê serokê Sûriyê Beşar El-Esed e, perspektîf ji navendên alîkariyê yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) re şand ku fînansekirina bernameya alîkariyan bi rêya sînorên Iraqê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne. Ev yek li dijî hewldanên navneteweyî yên kontrolkirina Koronavîrusê bû û li gorî çavkaniyên dîplomatîk û alîkariyan û perspektîfên veşartî yên ji NY`yê pêk hat.

Rojnameyê di raporeke de wiha da zanîn: "Beriya çend hefteyan NY`yê navendên alîkariyê  yên girêdayî xwe agahdar kirin ku nabe komeleyên alîkariyan ên taybet ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heke li Şamê nehatibin qeydkirin, fînanse bike. Her wiha destûr dayê ku li Şamê di bin saya hikumeta Sûriyê de kar bikin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku hikumeta Sûriyê piştrast kir ku nikare pêdiviyên tenduristiyê yên şêniyên herêmê pêk bîne."

Di berdewamiya raporê de, ev tişt hate gotin: "Hikumeta Sûriye jî veto li dijî alîkariya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriye bi kar tîne û wek çekekê li dijî şêniyên wê herêmê bi kar tîne. Her wiha Tirkiye û Rûsya jî di vê çarçoveyê de kar dikin û Tirkiye av li ser 460 hezar kesan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut kir."

(cx)


Mijarên Din