NY’yê hişyariya şandina çekan ji bo Lîbyayê kir

Têkildarî şandina çekan û çeteyan ji Lîbyayê re NY`yê nerehetiya xwe anî ziman û banga rêzdayîna ji biryara qedexeya şandina çekan a navneteweyî kir.

Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephan Dujarric di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku têkildarî raporên dawîn ên şandina çekan û piştgiriya aliyên li Lîbyayê şer dikin, bi fikar in.

Stephan Dujarric hişyariya şandina çekan an jî çeteyan ber bi Lîbyayê ve kir û got :"Ji 2011`an ve der barê rewşa Lîbyayê de qedexeya şandina çekan hatiye ragihandin û ev yek pîvana qedexeyê binpê dike."

Dujarric wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li gorî qedexeya şandina çekan a NY`yê ferz kiriye, tev bigerin û heta dawiyê piştgiriya wê jî bikin."

Stephan Dujarric têkildarî binpêkirina qedexeya şandina çekan got di hefteyên derbasbûyî de biryara qedexeya şandina çekan zêde hat binpêkirin, rojane hem bi rêya asmanî, bejahiyê û hem jî bi rêya deryayî çek dihatin şandin.

Stephan Dujarric hişyarî da ku ev binpêkirin dê şer dijwartir bike û dê rewşa gelê Lîbyayê kambaxtir bike.

eh


Mijarên Din