NY`yê: Li rojavayê Sûriyê ji meha Nîsanê ve zêdetirî hezar sivilî hatine qetilkirin

Berdevkê Sekretêrê Giştî yê NY`yê Stefan Dugrik ragihand ku di encama şerê li Bakur Rojavayê Sûriyê ya dawiya meha Nîsana derbasbûyî de, zêdetirî hezar sivilî hatine qetilkirin.

Berdevkê Sekretêrê Giştî yê NY`yê Stefan Dugrik li navenda rêxistina navdewletî ya li New Yorkê, ji rojnamevanan re got, di gel zirarên mirovahî, binsaziya bajêr jî gelek bandor dîtiye û hin bajarok bi awayekî temam hatin rûxandin.

NY`yê û hevkarên wê yên statuparêzên pîvanên mirovahiyê îşaret bi destekedayîna xwe û 15 hezar karkerên birêvebirinê, peydakirina kel û pelan, pêşkêşkirina xizmetguzariyan dema ku rewşa ewlehiyê rê bide kir.

Tê zanîn ku di Gulana 2017`an Rûsya, Tirkiyê û Îranê di gera çaremîn a rêzecivînên Astanayê der barê avakirina 4 herêmên bi navê"qaşo bêçek" di nav de Idlib, lihev kirine. Hêzên rejîmê û bi destekdayîna Rûsya û Îranê ji eslê 4 herêman 3`ê bi dest xistin, lê ji wan tenê Idlib ma, ji beriya demekê de, rejîmê dest bi êrîşê kiriye û çend nuqte jê bi dest xistin.

(eh)


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar