NY’yê têkildarî zêdebûna sûcên li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine hişyarî da

Îro komîsera bilind a mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet hişyarî li ser sûcên dermirovî li herêmên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bakur û rojavayê Sûriyê yên di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, da.

Di demekê de sûcên li dijî mafên mirovan û qanûnên navneteweyî li dijî sivîlên li tevahî Sûriyê berdewam dike, Komseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) destnîşan kir ku di mehên borî de li herêmên navborî, tê de jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, kiryarên tirsnak hene. Her wiha sûcên qetilkirin, revandin, koçberkirin, desteserkirina mal û milkên şêniyan hatin belgekirin.

Michelle Bachelet got: "Ji nav qurbaniyên diyar dibe ku hin bi partiyên muxalefetê ne yan jî kiryarên komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk rexne dikin, hene. Ji wan hin qurbaniyên din jî kesên dewlemend hene ku fîdye dane. Her wiha pevçûnên hundirîn ên zêde yên di navbera komên çekdar ên alîgirê dewleta Tirk li ser paşxaneya dabeşkirina desthilatê û bêyî girîngiyê bidin aştiya şêniyên herêmî. Hê jî qurbaniyên sivîl çêdibin û binesazî wêran dibe."

Komîsera NY’yê got di navbera 1’ê Çileyê û 14’ê Îlona 2020’an de Komseriya Bilind a NY’yê zêdetirî 116 sivîlan ku bi mayinên kesên nenas, teqînên ji bermahiyên şer hatine kuştin, belge kirin. Ji wan jî zêdetirî 15 jin, 20 zarokên xort û 2 zarokên keç in. Her wiha nêzî 463 sivîl jî birîndar bûne.

Li gorî komîsera NY’yê, çeteyên girêdayî dewleta Tirk malên sivîlan, zeviyên wan ên taybet û bazirganî bêyî pêwîstiya leşkerî desteser kirin, her wiha tevî malbatên xwe gelek mal û milk desteser kirin.

Komeriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê ya kiryarên revandin û windakirina sivîlan ji nav jî jin û zarokan belge kirin. Hê jî çarenûsa hin ji wan girtî û revandiyan ne diyar e.

Michelle Bachelet wiha axivî: "Ji tevahî aliyên binakok ên li Sûriyê re dibêjim ku parastina jiyana sivîlan di çi rewşê de be bila bibe, girîng e. paşguhkirina aştiya sivîlan li dijî qanûna mafên mirovan û pêkanîna qanûna navnetweyî ya mirovahiyê ye. Tê de jî dive komên çete û kesên wan kotrol dikin li hember vê yekê rêzdar bin."

Komîserê bang li desthilata Tirkiyê kir ku rêzê ji qanûnên navneteweyî re bigire û binpêkirinên komên çekdar bisekinîne.

Michelle Bachelet destnîşan kir ku ji mafên kesên li van herêman dijîn û mafên wan hatine binpêkirin ku werin parastin û qewêtiya wan were kirin, ji ber wan dewleta Tirk hişyar kiriye ku der barê bûyerên ew jê agahdar bûne lêpirsînê vekin û çarenûsa kesên komên çekdar revandina û girtine kifş bike, hesab ji berpirsan bixwaze, di nav de sûcên şer.

Komîserê der barê ragêşiya li Sûriyê de fikarên xwe eskere kirin ku avê wekî çekeke şer bi kar tînin, ji ber komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk ku stasyona Elok a avê dide Serêkaniyê kontrol dike, qut kiriye, di encamê de li bajarê Hesekê û herêmên derdorê av ji ser nêzî milyonek kesî, di nav de li ser penaberên li kampan jî hatiye birîn.

Michelle Bachelet bi bîr xist ku qanûna navneteweyî rûxandin an jî veguhastin an jî sekinandina avê qedexe kiriye, ji ber garantiya jiyana sivîlan e.

Komîser Michelle Bachelet diyar kir ku careke din hişyar dikin ku astengiya gihandina avê û kanalîzasyonê jiyana gelek kesên dixe xetereyê, nexasim bi belavbûna vîrusa Koronayê re.

fr-eh

ANHA


Mijarên Din