NY`yê wê karmendên xwe bi awayekî demkî ji Sûdanê derixe

NY`yê ragihand ku ji ber rewşa ewlehiyê li Sûdanê, ew ê karmendên xwe bi awayekî demkî derixe dervayî Sûdanê.

Li gorî Reuters, berdevkê NY`yê Ferhan Heq got: “Tiştê ku em dikin ew e ku hin karkemdên xwe bi awayekî demkî ji Sûdanê derxin, ji ber rewşa ewlehiyê û wê hin karmendên me jî li wir li ser karê xwe bin.”

Lê der barê hejmara karmendên ku wê derkevin an jî cihê ku biçinê û hejmara karmendên ku wê li Sûdanê bimînin, Ferhan tu agahî nedan.

Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê, roja duşemê êrîşî çalageran li paytexta Sûdanê li Xertûmê kirin.

Komîteya Dextoran roja çarşemê ragihand ku herî kêm 108 sivîl hatine kuştin, cenazeyê 40 ji wane di ava Nîl de hatin dîtin.

(kc)


Mijarên Din