Ocalan: Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiyê bêtir tê bikoşe

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan qala hevdîtina xwe ya li Îmraliyê kir û destnîşan kir ku Ocalan gotiye divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye ji bo azadiyê bêtir tê bikoşe.

Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtina xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Mehmet Ocalan der barê naveroka hevdîtinê de agahî dan û wiha got: "20 sal in diçim Îmraliyê û têm. Lê yekem car di ziyareta dawî de rastî lêgerîneke kûr û giran hatim. Ev pêkanîna wisa bê wate û xirab li tu cihekî din tune ye. Ez pir bêzar û aciz bûm. Ev yek nayê qebûlkirin. Piştî em di nokteya yekem a lêgerînê re derbas bûn, em di 4 - 5 nokteyên din ên lêgerinê re derbas bûn. Piştî van lêgerînên xirab em derbasî girtîgehê bûn. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê jî hatibûn. Em kirin du beş. Di beşa yekem de xwişka Veysî Aktaş û Omer Hayri Konar hebûn. Di beşa duyemîn de jî ez û birayê Hamîlî Yildirim hebûn. 3 malbatên din li odeyên cuda hevdîtina vekirî kirin. Min û birayê xwe jî li salonê hevdîtin kir."

Bila gelê Şengalê êdî nekeve nava fikaran

Mehmet Ocalan, bal kişand ser peyama Ocalan a der barê gelê Şengalê de û wiha got: "Birayê min Ocalan di hevdîtinê de bal kişand ser rewşa Şengalê, greva birçîbûnê û rewşa Bakurê Sûriyê. Min got gelê Şengalê pir ji te û tevgera azadiyê hez dike. Wî jî got 'Rast e ez jî pir ji wan hez dikim. Ji bo azadiya Şengalê mirov dikare qala 2 bûyeran bike. Bûyera yekemîn Derwêşê Evdî ye. Bûyera duyemîn jî têkoşîna hevalên me ye. Ji Şengalê heta Reqayê gelê êzidî li qadeke pir fireh rastî komkujiyê hat. Lê me hemû kesên li vê qadê komkujî kirin, tar û mar kirin. Em di tolhildana gelê êzidî de bi ser ketin. Ji ber vê yekê em kêfxweş in. Ez ji gelê Şengalê re hurmet û rêzdariyên xwe yên bêdawî dişînim. Bila êdî ew nekevin nava fikaran. Bila ew êdî avakirina jiyana xwe ya azad berdewam bikin' û xwest êdî gelê êzidî nekevin nava fikaran."

“Divê gelên Sûriyê bi hev re tê  bikoşin”

Mehmet Ocalan bal kişand ser nêrîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a der barê rewşa Bakurê Sûriye de û wiha lê zêde kir: "Birayê min li ser meseleya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî got 'Divê gelê Bakurê Sûriye ji bo azadiyê bêtir tê bikoşe. Lê divê hemû gelê Sûriye tev li vê têkoşîna azadiyê bike. Gelên din jî tev li vê têkoşînê bike. Divê ji bo yekitiya Sûriyê hemû gelên Sûriye jiyana hevpar ava bikin. Ger vê yekê bi pêş bixin û bi ser bikevin, tu hêz nikare bi wan' û xwest gelên li Sûriye bi hev re tê bikoşin."

Mehmet Ocalan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd bal kişandiye ser grevên birçibûnê û wiha pê de çû: "Got 'Çalakiyên greva birçîbûnê rêbazeke têkoşînê ye. Lê ev heta cihekî ye. Piştî demekê ger ku berdewam bike zirarê dide bedenê. Ji ber vê yekê divê çalakiyên gel ên demokratîk bên pêşxistin.' Ocalan got 'Tirkiye ketiye pêvajoyeke ku xetimiye. Ji ber vê yekê dewleta Tirkiye bi polîtîkayên înkar û îmhayê nikare encam bistîne. Ji ber ku Tirkiye nikare bi polîtîkayên înkar û îmhayê encam bistîne, divê hem devlet û hem jî PKK ji bo çareseriyê serî li rê û rêbazên nû bidin. Divê rêbazên nû bi pêş bixin. Li ser kuştin û mirinê çareserî pêk nayê. Ji bo çareseriyê aştiyeke birûmet girîng e. Ji ber vê yekê divê rê û rêbazên ku aştiya birûmet ava dikin, bi pêş bixin. Polîtîkayên îmhayê ne çareserî ne.' Ocalan dîsa ji ber kesên di têkoşîn û çalakiya grevê de jiyana xwe ji dest daye, xemgîniya xwe anî ziman."

Mehmet Ocalan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji hemû kesên di çalakiyê de jiyana xwe ji dest daye, yek bi yek ji malbatên wan re sersaxî xwest û wiha got: "Têkildarî kesên jiyana xwe ji dest daye got 'Van kesên jiyana xwe ji dest da, zirarek mezin da min û malbatan. Ev ne rast e. Siyaset heta cihekî li ser çalakiyên grevê tê meşandin. Piştre nameşe. 8 hevalan dawî li jiyana xwe anî. Hem li Ewropa, hem li Başûrê Kurdistanê û hem jî li girtîgehên Tirkiye ketin grevê. Yên girtî jixwe di nava çar dîwaran de ne. Nikarin li vir siyasetê bikin. Di nava şert û mercên pir dijwar de ne. Lê yên li derve xwedî şert û mercên zêde ne. Dikarin li derve rêxistina xwe xurt bikin. Bila di vê qadê de bertekên xwe yên demokratîk bi pêş bixin. Ev rêbazeke rasttir e' û xwest li derve bertekên demokratîk bi pêş bixin."

‘Ger derfet çêbin dê ev xitimîn derbas bibe’

Ocalan da zanîn ku kekê wî Abdullah Ocalan bal kişandiye ser rêya çareseriyê û wiha gotiye: "Got 'Ger derfet bên dayîn ev rêya xetimiye,dê vebe. Ger ku derfetê bidin, em dikarin vê rêyê vekin. Ev tişt bi şer û kuştinê çareser nabe.' Dîsa têkildarî pirsa ‘Dê li Îmraliyê hevdîtin bidomin a na? jî got: 'Ne ez dikarim bibêjim hemû rêyên hevdîtinê hatine vekirin û ne jî dikarim bibêjin hatine girtin. Divê em hinekî bipên. Ger ku hin kanal bi temamî vebin wê ev ji bo her kesî erênî be. Lê ger ku rê bên girtin dê ji bo her kesî pêşketinên neyînî bin.' Rêberê Gelê Kurd Ocalan qala hilbijartina 23'yê Hezîranê ya Stenbolê nekir. Birayê min herî dawî bi wesîleya cejna Remezanê, cejna hemû kesan pîroz kir."


Mijarên Din