'Ocalan, ji bo Rojhilata Navîn banga sistemek adil dike’

Ebdulkerîm Sarûxan got: “Peyama Rêber Ocalan a derbarê pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn û çareserkirina nakokiyan de zelal e. Ji ber ku banga dîtina çareseriyan û avakirina sîstemeke adil dike.” Gulîstan Îbrahîm jî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî fikreke demokratîk e, fikirê Wî li dijî qanûnên hegemoniya baviksalarî ye.

Pergalên hegemon li herêmên Rojhilata Navîn, şerê demokrasiyê û jiyana xwe dispêre pirrengiya netewan û jiyana hevbeş, diki. Her wiha hemû pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn de red dikin.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulkerîm Sarûxan diyar kir ku peymana Rêber Ocalan a derbarê pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn û çareserkirina hemû nakokiyên heyî de naveroka xwe zelal e. Sarûxan got:  “Rêber Ocalan banga dîtina çareseriyan û avakirina sîstemeke adil li herêma Rojhilata Navîn, dike. Ev mijar bi serê xwe kêşeya herî mezin li pêşiya desthilatên dîktator e, yên ku xwe dispêrin rêgezên hişmendiya yek zimanî.”

'PÊŞNIYARÊN RÊBERTÎ DÊ BIBIN DESTPÊKA BIDAWÎBÛNA ZIHNIYETA HAKIM A LI ROJHILATA NAVÎN'

Ebdulkerîm Sarûxan destnîşan kir ku hakimên li Rojhilata Navîn pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin û wiha domand: "Rûniştina li ser maseya diyalog û dîtina çareseriyan ji bo vê pirsgirêkê dê bibe destpêka bi dawîbûna zihniyeta hakim a li herêmên Rojhilata Navîn. Dê bibe destpêka bidawîbûna rejîma dîktator a li Tirkiyê. Li gorî van çareseriyan dê hemû gel wekî hev bin, wê demokrasiya rasteqîn di nava civakê de belav bibe."

Sarûxan axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk siyaseta xwe dispêre prensîpa qirkirina etnîkî ya gelê Kurd, bidawîkirina doz û hebûna Kurdan. Daxwaza sereke ya Erdogan ew e ku dengê demokrasiye tune bike.”

Têkildarî hewldanên dewleta Tirk ên bidawîkirina projeya jiyana hevbeş, biratiya gelan û hevgirtina pêkhateyan, Ebdulkerîm Sarûxan diyar kir: "'Tirkiye şerê hemû siyasetên ku hewl didin serdema yeknetewî bidawî bikin, dike."

Sarûxan di berdewama axaftina xwe de îşaret bi ajnîdeyên dewletên mezin ên li herêmê û rola wan di şerê li dijî projeya neteweya demokratîk de, kir û got: "Planên hêzên hegemon li ser esasê parçekirinê ye. Bi taybet piştî şerê cîhanê yê yekemîn û peymana Sykes Picot welatên Ereban û Kurdistan parçe kirin."

'TIRKIYÊ TEXMÎN KIR KU DÊ BI TECRÎDÊ FIKRÊ RÊBERTÎ ASTENG BIKE’

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê îşaret bi tecîrda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, kir û got: “Desthilatdariya Tirkiyê ji fikir û pêşniyarên Rêbertî yên derbarê çareserkirina krîza Rojhilata Navîn û bi adwîkirina nakokiyên kûr de, ditire. Bi girankirina tecrîdê texmîn kir ku wê karibe belavbûna  fikirê Wî asteng bike. Ji ber ku baş dizane  Rêbertî dikare bi milyonan bi aliyê xwe ve bikişîne. Ramanê Rêbertî li bakurê Sûriyê pêk tê û diyar e."

'RAMANÊ OCALAN LI DIJÎ QANÛNÊN HEGEMONIYA BAVIKSALARÎ YE’

Endama Buroya Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Gulîstan Îbrahîm jî li ser mijarê got: “Qanûnên li Rojhilata Navîn em dikarin bêjin ku ji berjewendiyên beşek gel e, lew re hertim nakokî li herêmê ne. Rêber Abdullah Ocalan xwedî fikirê demokratîk e, ku li dijî qanûnên hegemoniya baviksalarî ya ku hikum li dewletên cîhanê dike, ye.  Em dikarin bêjin ku fikir û felsefeya Rêbertî banga azadî û xilasiya ji koletiyê dike, kilîta çareserkirina pirsgirêkên cîhanê û Rojhilata Navîn e."

Gulîstan bal kişand ser tecrîdkirina Rêbertî û wiha axivî: “Tirkiye siyasteke zordar dimeşîne. Di nava pêkhateyan de nakokiyan çêdike, fikir û felsefeya Rêbertî ya ku banga jiyana hevbeş, rêzdariya ji hemû ol û mezheban re, red dike."

Gulîstan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Ocalan a ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûye û gelên din xwedî lê derketin, jiyana hevbeş, hezkirin û hevduqebûlkirin di bin sîwanekê de hatiye pêkanîn.

ANHA


Mijarên Din