Ocalan ji çalakvanên greva birçîbûnê û rojiya mirinê re peyam şand

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî hevdîtina xwe ya bi muwekîlê xwe re daxuyaniyek da û destnîşan kir ku Ocalan peyamek ji çalakvanên greva birçîbûnê û rojiya mirinê re şandiye û gotiye “Helwesteke watedar û dîrokî dibînim ku we bi pêşniyara min dawî li greva birçîbûnê û rojiya mirinê anî. Vê yekê gelekî hêja dibînim û spas dikim.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê der barê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 12'ê Hezîranê roja Çarşemê me bi muwekîlê xwe Birêz Abdullah Ocalan re yê li Girtîgeha Girava Îmraliyê ye di çarçoveya mafên qanûnî de hevdîtineke berfireh pêk anîn.

Birêz Ocalan di vê hevdîtinê de beriya her tiştî spasiya çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê kir û silavên xwe ji wan re şand ku bi banga wî dawî li greva birçîbûnê û rojiya mirinê anîn. Nameya spasiyê ku ji bo wan nivîsî parve kir. Birêz Ocalan helwesta kes û saziyên ku di vê pêvajoyê de nêzîkatiya xwe nîşan dan gelekî hêja dît û silavên xwe ji wan re şand, spasiya wan kir. Peyama Birêz Ocalan a ji bo çalakgeran nivîsandiye di dawiya daxuyaniya me de ye.

Di vê hevdîtinê de ya bi Birêz Ocalan re pêk hat, bi kurtasî sernavên bi vî rengî derketin pêş:

Careke din destnîşan kir ku grev dikarin bên kirin lê belê divê weke rêbazeke bingehîn a têkoşînê neyê pejirandin. Pozîsyona xwe ku weke siyaseta jiyandinê pênase dike, li dijî mirinê weke parastina jiyanê bi nav kir û destnîşan kir ku ya esasî jiyan û têkoşîna ji bo jiyandinê ye.

Mînak da ku Hallaci Mansûr tevî mirina xwe ya trajîk jî dest ji lêgerîna li rastiyê berneda û bal kişand ser nirxê rastiyê yê jiyanê. Di vê çarçoveyê de diyar kir, li gel şert û mercên tê de ye wî jî ti carî dest ji lêgerîna li edalet, azadî û rastiyê bernedaye û wê dest jê bernede.

Birêz Ocalan çavdêriyên xwe yên der barê pirsgirêkên civakî û polîtîk û pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriyê, mîna her carê di vê hevdîtinê de jî anî ziman. Me careke din dît ku di çarçoveya aştiya bi rûmet de di sekna çareseriya siyaseta demokratîk de israr dike.

Destnîşan kir ku weke nîşaneyeke dîrokî; Tirk bêyî Kurd, Kurd jî bêyî Tirk nabe; dema ku li Mezopotamyayê Kurd qediya wê demê wê li Anatoliyê jî tiştekî bi navê Tirkîtiyê nemîne. Anî ziman ku hebûn û pêşketina Kurdan bi xurtbûna Tirkan ve xwedî heman wate ye û destnîşan kir ku divê li gorî vê rastiyê liv û tevger bê kirin. Diyar kir ku ev yekîtî û hevgirtî wê li gelên Rojhilata Navîn pêşî li jiyana aştî û demokratîk veke.

Me dît ku çareseriya destûra bingehînî û çareseriya demokratîk a di çarçoveya guhertinên qanûnî de dide pêş. Lewma anî ziman ku zîhniyet û veguherîna demokratîk bi tevlîbûna tevahiya civakê dibe.

Diyar kir ku ew di rêbaza heyî ya siyasetê de valahiyeke îdeolojîk û teorîk dibîne, nepêkane ku bi rêbaza malbatperestî, kabîleperestî û eşîrtiyê siyaseta rast bê kirin, ya esasî û çareserî siyaseta demokratîk e.

Bal kişand ser nirxandina xwe ya beriya niha der barê Gandhî de kir û anî ziman, pêwîstî bi çareseriyên cuda yên afirîner heye. Bal kişand ser pêwîstiya bi afirandina rêbazên têkoşîna sivîl ên bi hêza çandî, polîtîk, aqil û siyaseta danûstandinan a demokratîk û destnîşan kir ku çareseriya demokratîk di zemîneke wiha de dikare bê afirandin.

Di mijara Sûriyeyê de jî işaret bi girîngiya feraseta siyasî ya xwedî hêza temsîlkirina yekparebûna Sûriyeyê kir û pêşniyara xwe ya demokrasiya herêmî ya ku bi destûra bingehînî hatiye misogerkirin dubare kir. Ragihand ku polîtîkayên hundir-derve yên Tirkiye û Sûriyeyê bi hev ve girêdayî ne, ketine nava hev û nabe ku ji hev cuda bên nirxandin.

Mijarên; hesasiyeta jinan a di nava têkoşîna azadiya jinê, di vê mijarê de kuştina Ozgecan a li nava civakê, zarokên tên zewicandin û têkiliyên jin û mêr nirxand. Destnîşan kir, koledariya jinê ku ji serdema Neolîtîk ve panzdeh hezar sal in bi rengekî mutleq didome li genetîka civakî bi cih bûye. Diyar kir ku qetlîamên li dijî jinê encama heman zîhniyetê ne, lewma jin divê êrîşên li dijî zayenda xwe weke êrîşa li dijî xwe bibînin, bi vê têgihiştinê tevbigerin. Cînayetên jinan, pirsgirêkên civakî, aborî û sosyolojîk weke mijarên şoreşê nirxand û destnîşan kir, pirsgirêka zewicandina zarokan bi xwe hinceta deh şoreşan e. Nebûna siyaseta ku çareseriyê ji van pirsgirêkan re bibîne, weke mijara rexneyeke bingehîn destnîşan kir.

Di mijara çareseriya pirsgirêkên civakî de bal kişand ser pêwîstiya bi afirandina şaredariya demokratîk a di çarçoveya avakirin, afirînerî û hilberînê de û got, HDP di vê mijarê de pêwîste bi rola katalîzor tevbigere.

Her wiha hin pirtûk û nivîskar nirxand, anî ziman ku sosyalîzm ji bo wî esas e, li dijî dogmatîzmê ew avakirinê pêk tîne, li dijî ferasetên reel sosyalîst ew nêrîna Rojhilata Navîn weke çareseriyê dibîne.

Bi rêzdarî pêşkêşî raya giştî dikin..."

Peyama Ocalan a ji bo berxwedêrên rojiya mirinê û greva birçîbûnê

“Hevrêyên hêja,

Helwesteke watedar û dîrokî dibînim ku we bi pêşniyara min dawî li greva birçîbûnê û rojiya mirinê anîn. Vê yekê gelekî hêja dibînim û spas dikim.

Hêvî dikim ku bi taybetî hevrêyên ji kûrahiyê ve pêvajoyê dijîn, ji aliyê beden, mejî û ruhî ve li xwe miqate bin. Di çarçoveya dersên ku ji pêvajoya rexnekirin û rexnedayinê hatine derxistin de serketinê dixwazim.

Bi taybetî dixwazim diyar bikim, ev helwesta ku bi însiyatîfa şexsî hatiye nîşandan, divê weke helwesteke dewletê ya jî tawîzekê neyê dîtin. Lê belê bi hêvî û hîsên xwe bawer im ku wê encameke pozîtîf bi xwe re bîne. Hêvî dikim ku hûn ê ji niha û pê ve ji aliyê beden, ruhî û zîhnî ve li ser bingeha felsefeya bûneweriyê bi pêş ve biçin, silav û hezkirinên xwe yên domdar ji we re dişînim.

Abdullah Ocalan

12 Hezîran 2019

Girtîgeha Îmraliyê / Bursa"


Mijarên Din