‘Ocalan rêberê serdemê ye‘

Jinên ji navçeya Amûdê gotin: "Rêber Ocalan raman, felsefe, îrade, hebûn û yekitî ye. Ocalan bi fikir û felsefeya xwe îsbat kir ku rêberê vê serdemê ye."

Duh, li girava Îmraliyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye şewatek pêk hat. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo agahiyê ji rewşa Rêber  Abdullah Ocalan bigirin çalakî tên lidarxistin.

Der barê mijarê jinên navçeya Amûdê nêrînên xwe ji ANHA‘yê re anîn ziman. Jinan diyar kirin ku dewleta Tirk ji ramanê demokratîk ê ku Rêber Ocalan pêşkêş kiriye ditirse, ji ber vê yekê hewl dide bi hemû rêbazan bi hedefkirina Ocalan vê ramanê têk bibin.

Meha Zoro ya ji bajarokê Topiz ê girêdayî navçeya Amûdê anî ziman ku komploya li dijî Rêber Ocalan tişekî ne nû ye û wiha domand: "Ev komplo ji beriya 21 rojan heta roja me ya îro berdewam e. Kengî bixwazin Rêber Ocalan dikin hedef. Li hemberî vê yekê em çalakiyan ranewestînin, em ê li qadan bin û ji bo azadiya rêberê xwe li hemberî van kiryaran serî hildin."

Meha bi domdarî got: "Duh li girava Îmraliyê şewatek derket, em ti agahiyan li ser rewşa rêbertî nizanin. Divê dewleta Tirk rewşa tenduristî ya rêberî eşkere bike. Em jin em ê li ber xwe bidin, em ê serî hildin û têk bikoşin, heta em agahiyekê li ser rewşa rêberê xwe nas nekin em ê ranewestin. Em ê dengê xwe bighînin hemû aliyên dewletên navneteweyî, rêxistinên mafên mafên mirovan heta rewşa tenduristî ya rêbertî nas bikin."

Xeyriya Recep Mihemed a ji pêkhateya Ereb ev tişa anî ziman: "Dema me agahî bihîst ku li Îmraliyê şewat pêk hat û me agahiyek der barê rewşa rêbertî de nas nekir em daketin qadan da ku rewşa Rêber Ocalan nas bikin. Ocalan cûdahiyê naxe navbera pêkhateyan, ji bo hemû pêkhate mafên xwe bi dest bixin têdikoşe. Ocalan banga netewa demokratîk û parastina mafên jinan dike û jin ji koletî û zulma li ser wê  hatiye ferzkirin rizgar kir. Rêbertî aşiqê azadî û wekheviyê ye. Lê dijminên wî vê yekê naxwazin. Tevî van hemûya Ocalan bi rêya fikir û felsefeya xwe îsbat kir ku rêberî serdemê ye. Ji bo azadiya Ocalan em ê bi hemû hêza xwe bixebitin."

Minewer Xalid a ji navçeya Amûdê kiryarên dewleta Tirk û şewata bi zanebûn a li Îmraliyê hate derxistin şermezar kirin û got: "Ev kiryar ne tiştekî nû ye, dîroka Tirkiyê bi sûc û kiryarên der exlaqî yên li dijî Rêber Ocalan tijî ye."

Minewer destnîşan kir ku "Dewletên îdiaya parastina mafên mirovan dikin heta roja me yaîro me ti mirovahî ji wan nedîtiye. Heq û edalet li girtîgeha Îmraliyê ye. Tirkiyê bi komployên xwe yên li dijî Ocalan armanc dike îradeya gel bişkîne û bê moral bihêle. Em di kesayeta Rêber Ocalan de hebûna xwe dibînin, bêyî wî em tunene, Ocalan ji bo me jiyan e."

Minewer diyar kir ku ew jinên Kurd dê ji bo azadiya Ocalan li ber xwe bidin û têk bikoşin," Em ê li derdora rêberê xwe bibin xelekên giran, em ê li ser xeta wî bimeşin. Êrişên li ser Rêber Ocalan nesekinîn, dewleta Tirk mafên Ocalan naparêze, ji ber ku dewletek şofonîst e li dijî mafên mirovan e. Girîgehên dewleta Tirk ên li bajar tijî mûxalfin û li Rojava jî jin û zarokan dikuje."

ANHA


Mijarên Din