Odeya Çalakiyan a Xezaba Zeytûnê teqîna li Efrînê girt ser xwe

Odeya Çalakiyan a Xezaba Zeytûnê teqîna îro ku li kolana sereke ya navenda Efrînê pêk hat, girt ser xwe.

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ji ANHA`yê re da xuya kirin ku motorsiklêtek li kolana Siyasiyê ya navenda Efrînê, teqiya.

Odeya Çalakiyan a Xezaba Zeytûnê teqîn girt ser xwe û tekez kir ku gelek çete birîndar bûn, di daxuyaniyê de wiha gotin;

"Teqîn di çarçoveya xebatên tolhildanê ya hêzên me ji her kesê ku destê wan di rijandina gelê me de hebû û pêle xaka em kirin. Em çalakiyên xwe li hemû Bakurê Sûriyê bilind dikin da ku xaka xwe ji komên terrorist û artêşa Tirk a dagirker rizgar bikin.

Hêzên me di dîroka 26/6/2019 teqînek bi rêya motorsiklêtekê li navenda bajarê Efrînê li pêşiya navenda çeteyên dagirkeriya Tirkiyê pêk anîn. Gelek çete bi giranî birîndar bûn, lê hejmara wan nehat zanîn, em ê detayan paşê diyar bikin.

Em ji gelê xwe yê berxwedêr re tekez dikin ku em li ser soza xwe ne û em ê xaka xwe ji diz û çeteyên dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin.”

(jo)

ANHA


Mijarên Din