Oldaran, li dijî gefên Tirkiyê banga yekîtiyê kirin 

Oldarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hemû pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmê yekîtiyê çêbikin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistinên sivîl, civakî û siyasî gefxwarinên Tirkiyê yên li dijî herêmê red dikin.

Ji bo şermezarkirina gefxwarinên Tirkiyê, îro Kongreya Îslamê ya Demokratîk konek li taxa Siyahî li bajarê Qamişlo li kêleka lîstikgeha 12`ê Adarê veda. Kon bi dirûşmeya "Kongreya Îslamê ya Demokratîk bi tundî gefxwarinên Tirkiyê şermezar dike" hat danîn.

Di seatên sibehê de, bi dehan ji mele û oldarên ji bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meclisa rûspiyên Dêrikê, nûnerên herêmê û saziyên civakî û olî li kon kom bûn.

Li kon pankartên ‘Zarokên Efrînê qîr dikin, fetweyên we em kuştin, Îslam olê rehem û aştiyê ye.. Tirkiye dagir dike û dikuje" hatin hildan.

Li bin kon, endamê rêveberiya di ewqaf ya Rojava Seîd Hesan gefxwarinên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha got: "Tu olên esmanî tiştê ku Erdogan dike qebûl nake, heta exlaqê mirovahiyê û adetên navneteweyî gefxwarinên Erdogan qebûl nakin."

Hesan da xuyakirin ku Erdogan dikuje û sûcan li dijî gelê herêm de pêk tîne, ola îslamê lê heram e û diyar kir ku ola îslamê destdirêjiya ji xaka bêlî xwe û dagirkirina wê red dike.

Seîd Hesan wiha got: "Em herêma “ewle” bi dirêjiya 5 km qebûl dikin bi şerta ku hêzên navneteweyî parastin wê bikin. Em tu caran şertên Tirkiyê di avakirina herêma “elwe” bi 30 km qebûl nakin ji ber dagirkeriya Tirkiyê bi vê gavê armanc dike ku hemû herêmê dagir bike û komkujiya pêk bîne. Her wiha  şêniyên Bakur û Rojhilatê talan bike, em wek oldar banga yekbûna refên hemû pêkhateyên dikin û banga parastina destekftiyan dikin."

Her wiha serokê saziya oldaran a navçeya Amûdê Selahdîn Ehmed wiha got: "Di destpêka aloziya Sûriyê de rûxandin, xerabkirin, kuştin û koçkirin li piraniya herêmên Sûriyê pêk hat û ewlehî li hemû herêmên Sûriyê wenda bû, lê herêmên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk birêve dibe, astmofêra hezkirin, hevkarî û jiyana hevbeş dijî."

Selahdîn Ehmed teqez kir "Ewlehî û istiqrara li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xweşiya Erdogan nayê."

Oldar û meleyên mizgeftên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe didin kon û dê çalakî 5 rojan bidome.

(jo)

ANHA


Mijarên Din