Oldarên Qamişlo banga eşkerekirina rewşa Ocalan kirin

Li bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê bi dehan îmamên mizgeftan oldarên Kurd, Ereb û Suryan ji bo naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Bangewaziyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin.

Bi dehan îmamên mizgeftan û oldarên Kurd, Ereb û Suryan ên bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê piştî xutbeya Înê daketin qada û xwestin sedemên şewata li girava Îmraliyê ya ku Rêber Ocalan lê girtî ye û rewşa tenduristî ya Ocalan were eşkerekirin. Oldaran gotin civaka navdewletî bi bêdengiya xwe ya li hemberî vê bûyerê hevkarê Tirkiyê ye.

TIRBESPIYÊ

Bi dehan oldar û îmamên mezigefan ên navçeya Tirbespiyê piştî xutbeya Înê, ji ber mizgefta Îmam Botî ya rojhilatê navçeyê ber bi çerxerêya Azadî ve meşiyan.

Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û diruşmeyên banga azadiya Ocalan hatin qîrkirin.

Meş li çerxerêya Azadî veguherî mîtîngê. Endamê Kongreya Civaka Îslamî Sîrac Mihemed got:  "Dewleta Tirk beşek mezin ji xaka Sûriyê dagir kiriye, Rêber Ocalan girtiye û tecrîdek ne mirovî li ser wî ferz kiriye, kiryarên dewleta Tirk li dijî hemû bawerî û şerîetan e."

Îmam Sîrac bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî kir ji bêdengiya xwe derkeve û sînorekî ji kiryarên dagirkeriya Tirk re deynin û nebe şirîkê rijandina xwîna sivîlan.

QAMIŞLO

Bi pêşengtiya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk meşek bi beşdarbûna bi sedan şêniyan hate lidarxistin. Meş bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk û eşkerekirina rewşa Ocalan hate lidarxistin.

Meş ji pêşiya Stada 12‘ê Adarê ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ve destpê kir. Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî pankartên bi nivîsên "Ji Rêber Ocalan re azadî", " Destê ku dirêjî rêberê me bike em ê bişkînin" û "Em bang dikin ku bi lez parêzer serdana Îmraliyê bikin" hatin vekirin û dirûşmeyên banga azadiya Ocalan hatin berzkirin.

Dema meşvan gihiştin ber avahiya NY‘yê li ber konê çalakiyê ku duh hatibû vedan ji aliyê çalakgeran ve hat pêşwazîkirin.

Bi navê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk daxuyanî ji aliyê hevserokê kongreyê Mihemed Xerzî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Rêber Ocalan ji beriya salan ve pêvajoya aştiyê li Tirkiyê ragihand, ev pêvajoya ji bo doza Kurdî û pêkanîna aştî û jiyana hevbeş kilîta çareseriyê ye.

Di daxuyaniyê de banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan û serdana malbat û parêzeran bi Ocalan re kirin û hate gotin: "Em hemû ji ber vê sûcê bi fikar in ku dijminahiyê di navbera gelê Kurd û Tirkiyê  de ku bira ne çêdike"

ANHA


Mijarên Din