Omer El-Beşîr kî ye?

Omer El-Beşîr piştî sala 1989`an ango piştî derbeya leşkerî gihîşt desthildariya Sûdanê, heta sala 2010`an hilbijartinên serokatiyê li welêt pêk nehat û dadgeha navnetewî di sala 2009`an ji ber sûcên şer dijî mirovahiyê li Darfor, li peyî wî ket.

Omer Hesen Ehmed El-Beşîr sala 1944`an li gundekî çûk bi navê "Hoş Banqa" ji qebîleya El-Bedriyê El-Dehmeşiyê li bakur û rojavayê Sûdanê, hate dinê.

Di sala 1989`an El-Beşîr derbeya leşkerî li ser hikumetê ku Sadiq El-Mihdî serokwezîr bû, pêk anî û bû serokê meclisa fermandariya şoreşa El-Înqaz El-Wetenî. Di heman salê de, El-Beşîr bû serokwezîr û û serokê komara Sûdanê.

Ji dema derbeyê tu hilbijartinên serokatiyê heta sala 2010`an pêk nehatin, di wir de piştî ku muxalif di wan hilbijartinan vekişiya, El-Beşîr biser ket.

Dadgeha navneteweyî ji sala 2009`an bi gumanbariya sûcên şer dijî mirovahiyê li Derfor, li peyî El-Beşîr e.

Bi sedan kes kuştin

Di îlona 2013`an li dijî El-Beşîr xwepêşandan li Sûdanê pêk hatin, ew yek Ji ber bilindbûna nirxê sotemeniyê û madeyên zimhêrê û xerabûna rewşa jiyanê. Hêzên Ewlehiya hikumetê zêdetirî 200 xwepêşandêr kuştin, her wiha sedan kes binçav kir. El-Beşîr di wê demê de ji gelê xwe re got ew naxwazê di hilbijartinên sala 2015`an xwe hilbijêr e, lê ev soz pêk neanî.

Di sala 2005 dema ku hevpeymana Naivaş bi Garang ku tevgera gel ji bo rizgarkirina Sûdanê birêve dibir, pêk hat, şerê navxweyî yê herî demdirêj ku 21 salan dirêj kir, bi dawî bû.  Bi wê Komara Başûrê Sûdanê çêbûn.

Desteka Tirkiyê û Qeterê ji bo mayîna El-Beşîr li ser desthildariyê

Dewleta Tirkiyê û Qeterê piştgiriya Serokê Sûdanê Omer El-Beşîr kir da ku li desthilata welat bimîn e, yek ji sedemên sereke ji hewldanên Tirkiyê û Qeterê ku El-Beşîr bihêlin ew e ku bi rêya Omer El-Beşîr komên teror terorîst derbasî Misrê bike û bi vê yekê şerê Misrê bike. Lê dewletên Ereb mayîna El-Beşîr wek serokê Sûdanê red dikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din