Omer El-Beşîr li girtîgeha Kooperê ye

Şevê din hikumeta Sûdanê serokê berê Omer El-Beşîr girt û birin girtîgeha Kooperê.

Berpirsên Sûdanê di hevpeyvîneke bi CNN`ê re wiha got: "Serok El-Beşîr li cihekî cuda ji cihê kesayetên din ên di rejîma El-Beşîr de tê girtin."

Berpirsên meclisa leşkerî ya demkî got El-Beşîr li cihekî ewle ye, lê tu agahiyên din diyar nekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev nûçe hate gotin, di wextekê ku partiya kongreya El-Wetenî Sûdanê (Partiya berê hakim bû) ji meclisa leşkerî ya demkî daxwaz kir ku hejmarek ji fermandar û endamên wan serbest berdin.

(jo)


Mijarên Din