Opozîsyon û Meclisa Leşkerî ya Sûdanê belgeya ragihandina destûrê nîqaş dikin

Deklarasyona Azadî û Guhertinê ya ku opozîsyona li Sûdanê bi rê ve dibe, îro civînekê bi Meclisa Leşkerî ya Demkî re li dar dixe da ku belgeya ragihandina destûrê nîqaş bikin.

Deklarasyona Azadî û Guhertinê ya Sûdanê îro di civîneke fermî de bi Meclisa Demkî re belgeya ragihandina destûrê nîqaş û lêkolîn dike.

Di belgeyê de erkên meclisa serwer û serokê wezîran di pêvajoya demkî de hene.

Tê payîn ku her du alî di dan û standinan de bigihîjin encamên rasterast ji bo reşnivîsa dawîn der barê rêveberiya pêvajoya demkî ji welêt re.

Di 17`ê Tîrmehê de belgeya hevpeymana siyasî di navbera Meclisa Demkî û Deklarasyona Azadî û Guhertinê de hate mohrkirin, tê de hate tekezkirin ku nabe kesê di pêvajoya demkî de cih girtibe, xwe hilbijêre.

(jo)


Mijarên Din