Opozîsyona Sûdanê banga greva siyasî kir

Vê sibê piştî bûyera kuştin û hewldana artêşê ya jihevxistina çalakiyê, beriya kêliyekê Deklarasyona Guhartin û Azadiyê ku çalakiyên Sûdanê bi rê ve dibe, greva siyasî û îsyana sivîl ragihand.

Dema Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê roja duşemê hewldana jihevxistina çalakiyê kir, hejmarek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Xwepêşandan li ber navenda artêşê ya li Xertûmê bû û banga "îsyana sivîl" dikir.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê Şems El-Dîn Kibaşî roja duşemê di hevpeyvîneke xwe ya bi SykNews Erebî re got: "Hêzên Sûdanê bi darê zorê xwepêşandanê, ji ber navenda fermandariya artêşê ji hev nexsitine, lê herêma hemberî wê kirine armanc ku ew jî metirsiyê li ser ewlehiya welatiyan çêdike."

Di heman demê de muxalefetê kuştina 14 kesan di dema hewldana jihevxistina çalakiya li Xertûmê piştrast dike, lê çavkaniyên tenduristiyê kuştina 9 kesan piştrast dikin.

Îro Deklarasyona Guhartin û Azadiyê greva siyasî, îsyana sivîl û rawestandina peywendiyên siyasî bi Meclisa Leşkerî re ragihand.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku bi rûdana xwepêşandanên li paytexta Xertûmê re ku jihevxistina çalakiya li ber navenda fermandariya artêşê ya li navenda Xertûmê dike armanc, hemû rêwîtiyên balafiran ên hundir û derve li balafirgeha Xertûm a navneteweyî  tên rawestandin.

Têkildarî mijarê çavkaniyan diyar kir ku rawestandina balafirgehên li Xertûmê, ji ber karmendên balafirgehê nikarin bigihîjin cihê karê xwe. Ev yek bi sedema hewldana jihevxistina çalakiyê, astengiyên di tevgera veguhastinê û girtina bendên kontrolê de ye.

(eh)

 


Mijarên Din