Opozîsyona Sûdanê navbeynkariya Etiyopyayê erê kir

Deklarasyona Azadî û Guhertinê û kombûna pîşeyên Sûdanê ragihand ku wan navbeynkariya serokwezîrê Etiyopyayê Abî Ehmed di dan û standinpên di navbera hêzên tevgerê ji xwepêşandanan li Sûdanê û Meclisa Leşkerî de erê kir lê bi şertan.

NAVENDA NÛÇEYAN

CNN`ê ragihand ku şertên hêzên opozîsyonê yên erêkirina navbeynkariya serokwezîrê Etiyopyayê, avakirinqa komîteya lêpirsîna navneteweyî di bûyerên çareserkirina xwepêşandanên fermandariya giştî yên hêzên çekdar de ku di hefteya çûyî de pêk hat û di encama wê de 100 xwepêşandêr hatin kuştin.

Deklarasyona Azadî û Guhertinê û kombûna pîşeyên Sûdanê daxwaz kir ku hemû sûdaniyên ku hikumeta Sûdanê hefteya çûyî girtin, serbest berdin. Her wiha înternet vegere, li gorî ku Deklarasyona Azadî û Guhertinê dibêje Meclisa Leşkerî ya Sûdanê fermana rawestandina wê daye.

Tîma Ebdilfetah El-Burhan serokê Meclisa Leşkerî ya derbasbûnê amadekariya meclisê ji vegera dan û standinan careke din ragihand.

Serokwezîrê Etiyopyayê Abî Ehmed duh gihaşt Xertûmê û dan û standin bi fermandarên Meclisa Leşkerî û berpirsên Deklarasyona Azadî û Guhetinê re pêk anîn.

(jo)


Mijarên Din