Opozîsyona Sûdanê plana Meclisa Leşkerî red kir

Opozîsyona Sûdanê îro li ser zimanê yek ji kesayetên xwe yên payebilind redkirina xwe ji plana Meclisa Leşkerî ya der barê pêkanîna hilbijartinên piştî 9 mehan de ragihand.

Yek ji kesayetên payebilind Medenî Ebas Medenî di opozîsyona Sûdanê de ji Reutersê re wiha got: "Opozîsyonê redkirina xwe ji plana Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê re der barê hilbijartinan ku piştî 9 mehan bên lidarxistin, nîşan da."

Medenî wiha got: "Em hemû tiştên di daxuyaniya serokê Meclisa Leşkerî ya derbasbûnê Ebdulfetah El-Burhan de red dikin."

Meclisê ragihandibû ku wan hemû hevpeymanên bi opozîsyonê re betal kirine û bang kir ku hilbijartin piştî 9 mehan pêk were.

Medenî got ku serhildana gel didome, ew jî bi armanca binxistina Meclisa Leşkerî ye.

Hêzên ewlehiyê duh sibehê êrîşî kampa xwepêşandanê li Xertûmê kir. Bijîşkan got 35 kes di êrîşan de hatin kuştin û 116 kes birîndar in.

(jo)


Mijarên Din