Osmanî û neviyên wan ên Tirk... Komkujiyên li dijî misilman û xiristiyanan - 3

Bajarên pîroz ên misilmanan ji destê zilm û zor û binpêkirinên Osmaniyan xilas nebûn. Niştecihên bajarê Medîneya pîroz li ser destê Osmaniyan ber bi Şam, Tirkiye û Belqanê ve hatin koçberkirin. Di dema seferberiyê de jî Osmaniyan demografyaya Medîneyê guherand, tiştên di koçka pêxemberiyê de, Cewhera Elkewkeb Eldurî, sermilka pêxember û Qurana Osman Bîn Efan dizîn.

Wêrankirina Necdê û çewisandina Medîneya pîroz

NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî ku Erebistana Siûdî welatê misilmanan ê pîroz e û qubleta misilmanan e, mizgeft û mezarê pêxember Mihemed li wir e, lê dîsa jî Osmaniyan bi navê îslamê ew dever dagir kir.

Ji dema ku Osmanî ji Asyaya navîn hatin, bi navê îslamê herêm dagir kir û pêkutî li welatiyên herêmê kirin. Serokê Tirkiyê yê niha jî Recep Tayyîp Erdogan hewl dide demên dewleta Osmanî vegerîne, tiştên derew der barê dîroka vê dewletê de dibêje, lê ya rastî vê dewletê 400 salan herêm dagir kir û komkujiyên mezin li dijî gelên herêmê pêk anîn. Ji wan welatan jî warên pîroz ên misilmanan bûn.

Sala 1818`an û dagirkirina Necdê

Di dema dagirkeriya Osmaniyan li ser Erebistanê de, li ser daxwaza sultanê Osmanî Mistefayê çaremîn, waliyê Misrê di meha Çile ya sala 1807`an de fermana êrîşa li dijî yekemîn dewleta Siûdiyê da. Lê ji ber arîşeyên hundirîn ên Misrê derfet çênebû ku tevahiya nîvgirava Ereban bixe bin desthilatdariya xwe.

Dewleta Siûdiyan a yekemîn bi navê `Mîrnişîniya Diriya` dihate nasîn, ev dewlet sala 1744`an li navenda girava Ereban ji aliyê Mihemed Bîn Siûd Al Miqrin ve hate damezirandin. Al Miqrin mîrê Diriyê bû ku ew bajar bû paytexta dewletê, ev dewlet bi demê re fireh bû heta ku di sala 1818`an de bi destê artêşa Osmaniyan a di bin fermandariya Îbrahîm Paşa de hate hilweşandin.

Şerê Osmaniyan li dijî Siûdiyê di sala 1807`an de dest pê kir, lê Osmaniyan nekarî bikevin herêmê. Lewma Osmaniyan ji bo ku der barê ketina Diriyê de agahiyan bigirin, pere û diyarî dan êleke Ereban, li ser wan agahiyan artêşa Osmaniyan di Îlona 1818`an de gihişte paytext Diriyê. Mîr Ebdelayê Mezin bi lihevhatinê teslîmî fermandarê Osmaniyan Îbrahîm Paşa bû, lê ew birin Stenbolê û li wir serê wî birîn.

Li gorî Navenda Elmizmar ya lêkolînan -navendeke Îmarata Erebî ye- sultanê Osmaniyan hêzên Mihemed Elî Paşa waliyê Misrê ji bo tunekirina dewleta Siûdiyê erkdar kirin. Îbrahîm Paşa, kurê Mihemed Elî Paşa ye. Hemleya sêyemîn li dijî Diriyê bi rê ve bir, di nava 9 mehan de piraniya herêmên Necdê xistin bi desthilatdariya xwe. Di vê hemleyê de komkujiyên mezin li dijî mîr, zanyar û rûspiyên civakê û welatiyan pêk anîn. Paşê dema ku vegeriya Misrê hemû kelehên di rêya xwe de wêran kirin, pez û milkên xelkê talan kirin û zevî jî wêran kirin.

Mihemed Elî Paşa fermandarekî xwe yê bi navê Hisên Beg li Diriyê hişt, wî jî hemû welatiyên bajêr birin bajarê Sermede, ew xistin hewşeke fireh, bang li welatiyan kir ku hemû werin wê hewşê û bibêjin ka dixwazin li ku bijîn. Dema ku welatî hatin, hemû xistin wê hewşê, ew kuştin û şewitandin.

Li gorî agahiyan di wê rojê de 230 mêr hatin kuştin, mal, milk û zarok û pezên wan talan kirin, ên mayî jî bacên giran ji wan xwestin û çandiniyên wan xerab kirin. Jixwe mîr Ebdela Bîn Siûd û alîgirên wî bi rê kirin Qahîreyê û ji wir jî bi rê kirin Stenbolê û li wir kuştin.

Balyozxaneya Rûsyayê ya li Stenbolê der barê bûyerê de wiha gotibû: “Di hefteya derbasbûyî de serê serokê wehabiyan û wezîrê wî û îmamê wî birîn. Ew li Diriyê dîl girtibûn û anîbûn paytextê. Her sê dîl anîn serayê, dest û lingên wan bi zincîrên giran qeydkirî bûn, gelek kesan jî temaşa dikir. Piştî vê merasîmê sultan fermana kuştina wan da, serê yê serok li ber dergehê Ayasofyayê birîn, yê wezîr li ber deriyê serayê û serê yê sêyemîn jî li sûka mezin a paytextê birîn.”

Hêzên Îbrahîm Paşa bi fermana sultanê Osmanî gelek binpêkirin li bajar û bajarokên Necdê pêk anîn, dizî, talan, wêranî, her wiha guhê miriyan jê dikirin û dişandin Stenbolê. Mîr û feqe jî bi şêweyên hovane îşkence lê kirin, hin ji wan bi devê lûleyên topan ve girê didan û top diteqandin, laşê kuştiyan jî didane kûçikan.

Serferberiya 1917`an, çewisandin û koçberkirina şêniyên Medîneya pîroz

Welatiyên Siûdiyê û bi taybet jî xelkê bajarê Medîneya pîroz êş û azara mezin li ser destê Osmaniyan di dema seferberiyê de kişandin. Seferberî di sala 1913`an de dest pê kir, wê demê Osmaniyan amadekarî kir ku li kêleka Almanyayê bikevin Şerê Cîhanê yê Yekemîn. Sultanê Osmanî Mihemed Reşad ferman da ku hemû mêrên temenê wan di navbera 15 û 45 saliyê de ji bo parastina Osmaniyan biçin leşkeriyê. Wê çaxê êş û azar û bobelatên li dijî welatên Ereban û misilman û xiristiyanan dest pê kir.

Nivîskarê Sûrî Edonîs di pirtûka xwe ya bi navê `Toza bajaran, hejariya dîrokê` de wiha dibêje: “Ji destpêka xîlafeta Osmaniyan heta roja me ya îro bavikên me hemûyan, destgirêdayî bi darê zorê mirin, şerên ku ne yên wan bûn, ji bo dozeke ku ne ya wan bû, seferberî ne mînaka dawiyê ye.” Di vir de Edonîs behsa êş û azarên Ereban ji ber fermanên Osmaniyan dike.

Di dema seferberiyê de waliyê Osmaniyan Fexrî Paşa, Medîneya pîroz tev li dewleta Osmanî kir, welatiyên wê koçber kirin û kirin Tirk. Tê gotin ku di Medîneyê de ji bilî 140 mêran û hinek jinan neman, Osmaniyan jî bajar talan kir, tiştên hucreya pêxemberiyê dizîn, dîwarê li dora gora pêxember kolan, li pere û cewheran digeriyan, her wiha çûne ser Qubeya Kesk da ku hîlala zêrîn a li ser qubê bidizin.

Osmaniyan bi hezaran tiştên di hucreya pêxemberiyê de dizîn, ji wan tiştan Cewhera Elkewkeb Eldurî, sermilka pêxember û Qurana Osman Bîn Efan jî, her wiha tiştên pirtûkxaneya Arif Hikmet û Mehmûdiyê û gelek destnivîsên binirx jî dizîn, ew tişt hemû niha li muzexaneya Topkapi ya Stenbolê ne.

Gelek şêxan der barê kiryarên Osmaniyan ên li dijî Siûdiyan li bajarê Medîneyê de nivîsîn. Şêx Mihemed Elteyib Elsasî sala 1917`an di rojnameya El-Quble de der barê kiryarên leşkerên Osmaniyan ên dema desthilatdariya Fexrî Paşa de wiha nivîsiye: “Tirkên tûranî yên zalim kîjan welatiyên Ereb dibînin, îşkenceyê lê dikin, tiştên wan didizin, dixin zindanan û dikujin.”

Di wê demê de Osmaniyan rêya hesinî ya trênê (xeta Hîcazê) çêdikir. Rê li ber deriyê Elenberiyê li nava bajarê Medîneyê bi dawî dibû, nêzî Bab El-Selam. Di dema çêkirina rêya hesinî de Osmaniyan cadeya Eleyniyê, sûk û sûr û mal bi ser şêniyan de herifandin, dixwestin heremên pêxemberiyê bikin keleheke leşkerî û depoyên çekan, tu rêz ji herema pêxemberiyê re negirtin.

Li gorî dîroknasan, bi sedema kiryarên Fexrî Paşa û binpêkirinên wî, di nava jin û zarokên li bajêr mane de birçîbûn peyda bû, malbatan pincar û giha û bermahiyên heywanan dixwarin: “Hêzên Fexrî Paşa qirkirina nîjadî pêk anî, bi navê seferberiyê, bi rêya trêna Hîcazê ew ji welatên wan derxistin, malbat li bajarên li ser rêya trênê belav kirin, li Urdun, Iraq, Filistîn, Sûriye, Tirkiye û heta Bulgaristan, Albanya û herêmên din ên Balkanê belav kirin.”

Di pirtûka xwe ya bi navê `Bîranînên sê serdeman` de dîroknas Mihemed Hisên Zêdan (1907-1991) ku bi xwe jî ji welatiyên Medîneyê ye û yek ji şahidên kiryarên Osmaniyan e, dibêje Osmaniyan malbat koçber kirin û li gelek welatan belav kirin, her wiha behsa birçîbûna li Medîneyê rû da dike, tevî ku embarên Osmaniyan tijî xurme û xwarin bûn.

Dîroknas her wiha behsa kîn û nefreta Osmaniyan a li dijî Ereban dike, dibêje Fexrî Paşa ji Cemal Paşayê Sefah (li Şamê) pirtir ji Ereban nefret dikir: “Kîn û nefreta Fexrî Paşa ya li dijî Erebên li Medîneyê, ji ya Cemal Paşayê Sefah ê li Şamê jî mezintir bû.”

Gelek nivîskar, dîroknas û helbestvanên wê demê der barê seferberiyê de nivîsîn, yek ji wan wêjevanê bi nav û deng Diyaa Ezîz (1914-1996) e ku ew û malbata xwe ji aliyê Fexrî Paşa ve ji bajarê Medînayê hatin derxistin. Di pirtûka xwe ya bi sernavê ‘Jiyana min a birçîbûn, evîn û şer’ de, wek şahidekî bûyerê der barê hejarî û êş û azarên welatiyên bajarê Medîneya pîroz a di bin dagirkeriya Tirkan de dike.

Nivîskar Ehmed Emîn Salih Murşid jî di beşa 5`mîn a pirtûka xwe ya bi navê `Başî û bîranîna dostan’ de behsa tewana seferberiyê û koçkirina welatiyên Medîneyê dike. Di pirtûkê de gelek çîrokên behsa dizî, talan, birçîbûn û zilma Osmaniyan dikin, hatine nivîsandin. Nivîskar dibêje welatiyên Medîneyê û derdora wê ji birçînan êdî goştê pisîkan dixwarin, tevî ku embarên bajêr tijî xwarin bûn. Lê ew xwarin ya artêşa Osmaniyan bû, nedihiştin welatiyên bajêr libek xurme yan libeke genim jî jê bibin.

Di pirtûka bi navê `Seferberî û koçkirina welatiyên Medîneya pîroz, di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de 1334-1337’ Dr. Seîd Bin Welîd Tole, behsa koçkirina welatiyên Medîneya pîroz, li ser destê Tirkên Osmanî û serokê wan Fexrî Paşa dike.

Dr. Tole der barê wê trajediyê de wiha dibêje: “Tiştên ku di wê bûyerê de çêbûn, em dikarin bibêjin ku trajediya herî mezin e ku di sedsalên dawîn de bi serê Medîneya pîroz de hatiye. Seferberî trajediyek e ku di bîra sivîlan de hatiye nexşkirin û di dilê wan de hatiye kolandin, bûye çîroka şevbêrk û civînan. Êdî sedemên hemû tiştan bi wê ve dihate girêdan û dîrok bi wê bûyerê dihate destnîşankirin. Bûye çîrok ji aliyê jin û mêran ve mîna senaryoya filmên sînemayê tê vegotin, ji zarokên xwe re çîrokên jinebî, sêwî û malbatên tarûmar bûne, birçîbûn, êş û mirinê vedibêjin.”

Erdogan êrîşî Siûdiyê dike û dixwaze serokatiya sunniyan bike

Serokê Tirkyê yê niha Recep Tayyîp Erdogan her dem pesna dîroka Osmaniyan dide, dixwaze rojên wê yên berê vegerîne, lê ew kiryarên Osmaniyan li dijî gelên herêmê, qirkirin, koçberkirin, guhertina demografîk û talanê ji bîr dike.

Erdogan bi rêya gotinên xwe yên xweş der barê misilmaniyê de, hewl dide cilikê ji bin lingê Erebistana Siûdî bikişîne û xwe wek sultanê cîhana sunniyan ragihîne. Lewma herî dawiyê Erdogan mijara kuştina rojnamevanê Siûdî Xaşiqcî ku li balyozxaneya welatê xwe ya li Stenbolê hate kuştin, bi kar tîne û wek mijareke propagandayê ji bo xwe bi kar tîne da ku Siûdiyê têk bibe û cihê wê yê li Rojhilata Navîn bişikîne.

Rojnameya New York Times a Amerîkayê tekez kir ku Erdogan bûyera kuştina Xaşiqcî ji bo têkbirina  mîrzayê Siûdiyê bi kar anî û xwest xwe nêzî serokê Amerîkayê Donald Trump bike û welatê xwe wek dostê Amerîkayê li Rojhilata Navîn, li şûna Riyadê pêşkêş bike.

Ji bo têkbirina rola Siûdiyê li herêmê, Erdogan bi Qeterê re hevkariyê dike û êrîşî dewletên ku têkiliyên xwe ji Qeterê birîne dike, mîna Siûdiyê, Îmarat, Misir û Behrênê. Ev dewlet li pêşiya xewnên Erdogan ên desthilatdariyê bûne asteng. Her wiha Erdogan hevkariyê bi Îranê re dike û biryara cezayê li dijî Îranê binpê dike, ev hemû jî ji bo têkbirina rola Siûdiyê ne.

(kn)

ANHA


Mijarên Din