Osmanî û neviyên wan ên Tirk... komkujiyên li dijî misilman û xiristiyanan - 5

Kiryarên hovane yên Osmaniyan li dijî gelên herêmê nayên hejmartin. Di dîrokê de wekî kiryarên herî biêş ên li dijî mirovahiyê têne nasîn. Dema ku Osmaniyan herêm dagir kir, dizî û talan karê wan ê sereke bû. Li Şamê jî li dijî welatiyan kiryarên hovane pêk anîn, li her taxeke Şamê xazûq belav kirin.

Osmanî li Şamê... çîrokên ku laşên mirovan jê dilerize

YEHYA HEBÎB / NAVENDA NÛÇEYAN

Kêfxweşiya welatiyên Şamê bi hilweşîna desthilatdariya Memalîkan bi dawî nebû. Li şûna Memalîkên ku bi eslê xwe jî Tirk bûn, Tirkên Osmanî yên hovane hatin. Kiryarên hemû nimûneyên hovîtiya dîrokê derbas kirin, pêk anîn. Çawa ku Şam dagir kirin, xazûq (sing) anîn Şamê û tirs di nava welatiyan de belav kirin.

Êş û trajediyên mezin li taxên Şamê

Li her taxeke Şamê çîrokên hovîtiyê ku laşê mirov jê dilerize, hene. Rûyê rast ê dewleta Osmaniyan û neviyên wan didin nîşandan. Li Qada Mercê ya li navenda paytexta Sûriyê Şamê stûneke mezin heye, ew şahidê kiryarên Osmaniyan e. Li ber wê stûnê gelek rêber û siyasetdemarên Şamê hatin bidarvekirin.

Osmaniyan her wiha welatiyên Şamê ji malên wan koçber kirin, bacên giran avêtin ser milê wan, ên ne misilman jî çewisandin. Wê demê qedexe bû ku yên ne misilman li cihên ku misilman hebin li hesp û dewaran siwar bibin.

Dîroknasê Şamî Şems Eldîn Îbn Tolon ku şahidekî wê demê bû, di pirtûka xwe ya bi navê ‘Çîrokên Dostan ên Bûyerên Deman’ de behsa kiryarên Osmaniyan dike.

Piştî cenga Merc Dabiqê sala 1516`an ku Memalîk li hember Osmaniyan têk çûn, sultan Selîm kete bajarê Helebê. Destpêkê keleha Helebê talan kir, milkên welatiyan dizîn. Dibêjin 108 bar ji milkên xelkê bar kirin, welatiyan ji bo xwe ji kiryarên sultan Selîm xilas bikin, bajar teslîm kirin, lê ji talanê xilas nebûn.

Osmanî... ne zagon û ne zanist, kuştin di ser her tiştî re ye

Destpêkê ku sultan Selîm kete Şamê, bêrêziya xwe li hember zanyar û xwendekaran nîşan da. Îbn Tolon der barê vê yekê de wiha dibêje: “Kralê Romê Selîm Xan bi zanyar û xwendekarên Şamê re neciviya, lê bi balyozê Fransiyan re civiya.”

Osmaniyan nekarî demeke dirêj rûyê xwe yê rast veşêrin, piştî ketin Şamê bi du rojan dest bi talanê kirin. Îbn Tolon wiha dibêje: “Roja sêşemê leşkerên Romê êrîşî Şamê û derdora wê kir. Welatî ji malên wan derxistin, tiştên wan avêtin derve, welatiyên Şamê êşên ku tu caran nedîtibûn, kişandin.”

Osmaniyan ji bilî kuştinê tu zagonên din nas nedikirin. Şêweya wan a sereke ji bo pêkanîna zagonên xwe, xazûq (sing) bû.

Îbn Tolon dibêje “Osmaniyan xazûq anîn Şamê, kesek bi hinceta diziyê xazûq kirin, xazûq bi rê kirin hemû taxan.”

Li gorî gelek jêderan sultan ferman da ku dest deynin ser genim û cehên xelkên Şamê, rûspiyên gundan kom kirin û hasilên çandiniyê ji wan xwestin.

Osmaniyan tapuyên milkiyeta erdan betal kirin û tev lî milkiyeta sultan kirin, xelk ji bo serê hespên wan bigirin ji xwe re bi kar anîn, her wiha bac avêtin ser welatiyan. Sultan Selîm bi zanebûn xelk talan kirin, pereyên nû çêkirin û nirxên yên berê kêm kirin, bi vî awayî hemû welatiyan ziyan dît. Îbn Tolon der barê mijarê de wiha dibêje: “Pereyên nû yên bi navê sultan Selîm çêkirin, nirxê her dirhemekê kirin 16 fils, berê bi 8 filsan bû, lewma pereyên xelkê erzan bûn.”

Dîroknas Îbn El-Humsî di pirtûkeke xwe de der barê van kiryaran de wiha nivîsiye: “Ketin welat û tiştên xelkê talan kirin, dikanên sûkê dizîn, tiştek di dikanan de nehiştin, mal û gund jî talan kirin, Şam bi van kiryaran hejiya, ji dema êrîşa Tîmûrling jî xerabtir bû, gelek jin û zarokên Şamê birin, ne hesp ne bergîl jî nehiştin.”

Osmaniyan rêz ji zanyaran re jî negirt. Îbn Tolon bi xwe ji mala xwe tê qewitandin: “Ez ji malê hatim derxistin, pirtûkên min avêtin, rêz ji kesî re negirtin, ne biçûk ne mezin ne quranxwîn, ne zanyar û ne sofî.” Gelek destnivîs û berhemên Îbn Tolon bi awayekî hovane hatin tunekirin ku dema êrîşa Mongolan a li dijî Bexdayê tîne bîra mirovan.

Olperestiya kor... perestgehên olên din kirin axûrên dewaran

Leşkerên Osmanî bi koranî olperestiya mezhebê henefî dikir. Lewma êrîşî mezhebên din kirin, nedihiştin nimêj bikin, mizgeft rûxandin û cihên pîroz binpê kirin. Hinan ji wan mizgefta ElÎdên a Şamê kir axûrê deve û hesp û bergîlan. Dibistan jî girtin û kirin axûrên pez û dewaran. Îbn Tolon wiha dibêje: “Hin leşkerên sultan dibistana El-Ezrawiyê kir axûra pez.”

Devera ku Osmanî  gihîştinê, ji ber talanê buhayê tiştan bilind dibû, birçîbûn zêde dibû, wekî çawa ku Îbn Tolon dibêje: “Dema ku leşkerên Osmaniyan ketine Şamê, êrîşî bajêr û Xûta kirin, her tişt talan kirin, welatî ji malên wan derxistin, yên karîbûn koç bibin koç kirin. Leşkeran ne mezin ne jî biçûk bernedan, bac avêtin ser xelkê, tişt buha bûn û xelk xizan bû.”

Ji ber ku artêşê milkên welatiyan talan kir, genim, birinc û goşt û ard û hemû tştên din buha bûn. Hostayên avakirinê ji bo avakirina cihên sultan hatin bikaranîn, roja çûna sultan ji Şamê ji bo welatiyan mîna roja cejnê bû.

Osmaniyan dest dirêjî hemû aliyên jiyana xelkê dikir. Li ser welatiyan ferz kirin ku şelwaran li xwe bikin, Îbn Tolon di vê mijarê de wiha dibêje: “Ferman dan ku kes bê şelwar ji malê dernekve, yên ku bê şelwar derketin dê bêne xesandin!” Hindik mabû ku ji bo vê mijarê şoreşek li dijî Osmaniyan çêbe, lewma fermana xwe paşde kişandin.

Her wiha Osmaniyan xiristiyan jî çewisandin. Li gorî Îbn Tolon “Sultan ferman da ku qedexe ye ku kesên Nusranî, Cihû, Samirî û Fransiyên li Şamê, li hesp û keran siwar bibin.”

Komkujiya Eltelê... zêdetirî 40 hezar elewî hatin kuştin

Dema ku sultan Selîm piştî cenga Merc Dabiqê kete Helebê, li dijî elewiyan komkujî pêk anîn. di encamê de elewî li Helebê hatin tunekirin, ev komkujî bi navê Komkujiya Eltel ango (gir) tê naskirin. Artêşa Osmanî serên kuştiyan kom kirin û li navenda bajêr wekî girekî kom kirin.

Tê gotin ku di komkujiyê de Osmaniyan 40 hezar elewî kuştin, hin jêderên din behsa 90 hezar zarok û jin û mêran dikin, yên mayî jî neçar man ku ber bi çiyayên Laziqiyê ve birevin.

Erdogan û hêviya zindîkirina Osmaniyan... tawanên bêdawî

Çîrokên komkujiyên Osmaniyan bi dawî nabin, piştî derbasbûna bi dehan salan, hê jî herêm êş û azarên vê dewletê dikişîne, niha jî neviyê wan Erdogan rêya wan dişopîne.

Li gorî neviyê Osmaniyan, welatê Şamê parçeyekî dewleta Osmaniyan e. Ji destpêka bûyerên Sûriyê Erdogan hemû hêza xwe terxan kir ku tevgera li Sûriyê li gorî berjewendiyên wê pêk were û piştgiriya Îxwan El-Mislimîn kir.

Di pêvajoya salên derbasbûyî de Erdogan hemû deriyên xwe ji terorîstan re vekirin ku êrîşî bakurê Sûriyê bike, piştgiriya komên çete kir, ne tenê wilo, mîna bavikên xwe êrîşên siyasî, leşkerî û aborî birin ser herêmên bakurê Sûriyê.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve Tirkiye hewl dide qada desthilatdariya xwe fireh bike, carinan bi navê DAIŞ`ê, carinan bi hinceta parastina sînorên dewletê, di encamê de Enqereyê çend bajar û bajarokên bakurê Sûriyê dagir kirin.

Tirkiye bi hinceta avakirina herêmên çavdêriyê di navbera Idlib û sînorên Tirkiye û Sûriyê û Urdunê de, artêşa xwe ber bi herêmê ve kişand, ji bo ku hêza xwe ya leşkerî li herêmê mezin bike û demeke dirêj li ser axa Sûriyê bimîne.

Ku mirov tevgera Tirkiyê ya Sûriyê dişopîne û dîroka Osmaniyan dixwîne, dibîne ku hişmendî û armanc û hincet her yek in.

Tevgera Erdogan pala xwe dide hin belgeyên Osmaniyan ku Cerablus û Idlibê wek mîrateya Osmaniyan nîşan didin, her wiha ragihandina Tirkiyê behsa hin gorên fermandarên Osmaniyan li herêmên bakurê Sûriyê dike, dixwazin ji bo destwerdana Tirkiyê hincetan çêkin.

Her wiha Tirkiye li herêmên dagirkirî dest daniye ser dibistanan û perwerdeyê, saziyên giştî û li her derê zimanê tirkî belav dike.

Her wiha gelek saziyên Tirkiyê yên aborî berê xwe didin herêmên bakurê Sûriyê û ji bo projeyên aborî pereyan terxan dikin. Tirkiyê li Cerablusê saziya elektrîkê ava kiriye û li ser dîwarên nexweşxaneyekê ala Tirkan û wêneyê Erdogan daliqandine.

(k)

ANHA


Mijarên Din