Osmanî û neviyên wan ên Tirk... komkujiyên li dijî misilman û xiristiyanan - 6

Hemû gelên herêmê êş û azar li ser destên Osmaniyan kişandin, lê yên herî zêde êş kişandin gelên Ermen, Asûrî, Suryan û Kildan bûn. Ji dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn û heta ragihandina Tirkiyeya nû, şûrên Tirkan stûyên milyonek û nîv welatiyên xiristyan birîn. Niha jî neviyên Osmaniyan gefan dixwin ku êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyê bikin û komkujiyên bavikên xwe li dijî gelan temam bikin.

Komkujiyên Osmaniyan... qirkirina Ermen, Suryan û Asûriyan

YEHYA HEBÎB / NAVENDA NÛÇEYAN

Her sal roja 24`ê Nîsanê welatiyên Ermen, Suryan, Asûrî û Kildan komkujiyên ku Osmaniyan li dijî xiristiyanan pêk anîne, bi bîr tînin ku di encama van komkujiyan de welatiyên van gelan li cih û warên xwe bûne kêmnetewe û li gelek welatên cîhanê belav bûn.

Sedema ku roja 24`ê Nîsanê wek roja bîranîna komkujiyan hate hilbijartin ew ku di vê rojê de sala 1915`an Osmaniyan nêzî 250 ronakbîr, rûspî, nivîskar û oldarên Ermen li Stenbolê bi dar ve kirin.

Yekemîn komkujiyên Osmaniyan li dijî Ermenan

Di sedsala 11`mîn de cara yekemîn artêşa Osmanî êrîşî Ermenistanê kir, cara duyemîn jî di sedsala 16`mîn de êrîş kir. Di encamê de Ermenistan bû parçeyeka dewleta Osmanî û Ermenî jî di navbera dewleta Osmanî û Rûsyayê de belav bûn.

Êşa Ermaniyan li ser destên Osmaniyan di navbera salên 1894-1896’an de dest pê kir, wê demê Ermeniyan doza reformên siyasî, destûr û hilbijartinan dikir. Her wiha xwestin cudakariya li dijî xiristiyanan bê rakirin. Van daxwazan sultanê Osmanî Ebdilhemîdê duyemîn hêrs kir, lewma fermana qirkirina Ermeniyan da û di encamê de nêzî 80 hezar Ermenî hatin kuştin. Ev komkujî bi navê “Komkujiyên Hemîdiyê” têne naskirin. Yek ji komkujiyên ku wê demê pêk hatin, şewitandina 2 hezar û 500 jinên Ermenî di dêra Orfayê de bû.

Ne pêkan e ku hejmara qurbaniyên van komkujiyan ku di navbera salên 1894-1986`an de bê zanîn, lê oldarê Loserî Yohenna Lîbsyos ku wê demê li Tirkiyê bû, li gorî hin jêderên Almanî û jêderên din, hejmarên qurbaniyan berhev kiriye, li gorî wê 88 hezar û 243 Ermenî hatine kuştin û 546 hezar jî birîndar bûn, 2 hezar û 493 gund hatin talankirin, 456 gund jî bi zorê kirin misilman. Her wiha 649 dêr hatin rûxandin û 328 jî kirin camî, lê hin çavkaniyên din dibêjin ku hejmara kuştiyan 300 hezar e.

Qirkirin û koçberî di dema ‘Jon Tirkan’ de

Piştî ku Jon Tirkan sultan Ebdilhemîd ji desthilatdariyê rakir, Osmaniyan li hemû deverên dewletê êrîşî Ermeniyan kir, bi taybet li herêmên Tirkiyeya niha, di nava du rojan de li bajarê Edeneyê bi tenê du hezar Ermenî hatin kuştin. Li deverên din jî ermenî rastî komkujiyan hatin.

Di sala 1908`an de Jon Tirkan ferman da ku dest deynin ser milkên Ermeniyan, her wiha malbatên ku li herêmên Ermeniyan niştecih bibin jî xelat kirin. Wê çaxê koçberkirina mezin a Ermeniyan û xiristiyanên din pêk hat û Osmanî veguheztin cihên wan. Tê gotin ku nêzî 400 hezar Osmanî anîne Anatolyayê ji bo guhertina demografyaya herêmê.

Di navbera Îtîhad û Teraqî û Almanyayê de hevpeymana veşartî û Ermenî dibin qurbanî

Di 2`yê Tebaxa sala 1914`an de Tirkiyê bi Almanyayê re hevpeymaneke veşartî imze kir. Li gorî wê dê sînorên dewleta Osmaniyan bêne guherandin ku ji bo gihîştina neteweyên misilman ên li Rûsyayê korîdorek çêbe, lewma Osmaniyan Ermeniyên ku li ser sînorên Tirkiyê tune kirin.

Piştî îmzekirina hevpeymanê bi çend saatan, komeleya Îtîhad û Teraqî banga seferberiyê kir û Ermenî birin şer. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn Tirkiyê gelek eniyên şer vekirin, di eniya Rûsya û Îranê de Osmaniyan li dijî Ermeniyan komkujî pêk anîn. Heta meha Nîsanê ya sala 1915`an 5 hezar gundên Ermeniyan hatin talankirin û nêzî 27 hezar Ermenî û gelek Asûrî, Suryan û Kildan hatin kuştin.

Li Eniya Rojhilat di meha Berfanbarê ya sala 1915`an de artêşa Enwer Paşa li Sarikamîşê têk çû. Enwer Paşa wê çaxê ji rojnameya Tanîn re û ji serokê parlemana Tirkiyê re got ku têkçûna wî bi sedema îxaneta Ermeniyan çêbû û dem hatiye ku Ermenî ji herêma rojhilat bêne koçkirin. Wê demê Osmaniyan 100 hezar leşkerên Ermenî bê çek kirin, her wiha dest danîn ser çekên sivîlên Ermenî, piştî ku leşkerên Ermenî bê çek kirin, serên wan birîn an bi saxî binax kirin.

Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyê Henry Morgintao yê wê demê gotiye ku bêçekkirina Ermeniyan dê bibe sedema qirkirina Ermeniyan.

Di hevdîtinekê de Talat Paşa ji balyozê Amerîkî re wiha dibêje: “Me ji çaran sêyên Ermeniyan tune kirin, êdî li Bedlîs û Erziromê tune ne. Divê Ermenî bêne tunekirin, eger em wisa nekin dê tola xwe ji me hilînin.”

Di rêya koçberiyê de komkujî... Ermeniyên mayî jî hatin kuştin

Piştî van komkujiyan, Ermeniyên mayî kom kirin û bi meşê berê wan dan herêmên cuda yên dewleta Osmanî da ku ji birçînan bimirin û koçber bibin.

Li gorî belgeyan, Osmaniyan destpêkê mêrên Ermeniyan kom kirin, birin zindanan û li wir tune kirin, paşê jin, kal û zarok kom kirin û bi karwanên mezin berê wan dan çolê, yên ku nikarîbûna bimeşin, dikuştin. Di vê koçberkirinê de bi hezaran kes mirin.

Milyonek û nîv Ermenî hatin qirkirin

Komkujiya Ermeniyan bi gelek navan tê naskirin; “Şewata Ermeniyan, Qirkirina Ermeniyan an jî Komkujiya Mezin”, ji ber Osmaniyan beriya şer û di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, bi plan û bi zanebûn Ermenî kuştin. Li gorî lêkolîneran milyonek û nîv Ermenî hatin kuştin, lewma Ermenî niha kêmnetewe ne û li gelek welatan belav bûne.

Tirkiye napejirîne, lê gelek dewlet û sazî dibêjin Tirkiyê komkujî pêk aniye

Gelek sazî û dewlet bi awayekî fermî dibêjin Tikriyê dijî Ermeniyan komkujî pêk aniye, mîna Neteweyên Yekbûyî, Parlemana Ewropayê, Meclisa Ewropayê, Meclisa Kenîseyên Cîhanê, Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyê, Rêxistina Mêrcosor û Komeleya Ciwanên Xiristiyan. Her wiha 20 dewlet jî komkujiyê bi awayekî fermî dinasin.

Tevî hemû belgeyan jî dewleta Tirk napejirîne ku wan li dijî Ermeniyan komkujî pêk aniye û li gorî xala 305’an zagonên Tirkiyê kesê ku komkujiyê binase, tê cezakirin.

Komkujiya Ermeniyan yekemîn komkujiya sedsala 20`ê ye, ew beriya komkujiya ku Almanyayê li dijî cihûyan pêk aniye, çêbûye. Komeleya navdewletî ya zanyariyên komkujiyan, qirkirina Osmaniyan li dijî xiristiyanên li Tirkiyê yên di navbera salên 1917 û 1923`yan de, wek komkujî bi nav kir.

Komkujiya Sêfo

Komkujiya Sêfo yan wekî ku tê naskirin ‘Qirkirina Asûrî û Suryaniyan’, ev komkujî piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn di heman dema komkujiya Ermeniyan de pêk hat. Osmaniyan bi awayekî biplan li dijî xiristiyanan komkujî pêk anîn. Ew kuştin, dest danîn ser milkên wan û namûsa wan binpê kirin, her wiha ew ji herêmên wan koçber kirin û berê wan dane çolan, ji birçî û têhnan mirin.

Tê gotin ku Osmaniyan der barê zayenda bebikên di zikê jinên ducanî de hevrikî dikir, zikên wan diqelaştin û jin û bebik her du dikuştin.

Lêkolîner dibêjin ku di van komkujiyan de nêzî 250 heta 500 hezar Suryanî û Asûrî hatin kuştin. Lewma ev gel êdî bûne kêmnetewe û li herêmê belav bûn, heta niha kesên ku ji komkujiyê filitîne çîrokên mirinê vedibêjin.

Tirkiyê dîsa gefan li xiristiyanên bakur û rojhilatê Sûriyê dixwe

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku xwe wek sultan dibîne, gefan dide ku êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyê bike ku li wê herêmê Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Kildan, Ermen û Çerkez dijîn.

Ev gel hemû li ser destê bavikên Erdogan rastî komkujiyan hatine, niha jî Erdogan bi xwe dixwaze êrîşî wan bike û çîroka kuştinê ku kalikên wî pêk anîbû, temam bike.

(k)

ANHA


Mijarên Din