​​​​​​​Oso: Dê li dijî Koronavîrusê bergiriyên hişktir bên girtin

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso diyar kir ku ji ber gelek sedeman şênî li gorî qedexeya derketina derve tev nagerin. Hinek vedigerin ku bi hezaran koçber li herêmê hene, tevî qutbûna avê û hinek herêm di bin kontrola hikumeta Sûriyê de ne û diyar kir ku ji sibê ve dê tedbîrên hişk bên girtin.

Ruxmî ferzkirina qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girtina gelek tedbîrên hişyariyê lê hinek şêniyên bajarê Hesekê biryar û tedbîrên hatine girtin paşguh dikin.

Girêdayî sedemên wê hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso ji ANHA`yê re û got: "Gelek şêniyên bajarê Hesekê bi şêwaza tê xwestin ev biryar neanîn cih. Ev vedigere gelek sedeman. Jê ya herî girîng, rawestandina artêşa Tirk a dagirker a stasyona Elok a avê. Ev cara çaran e ku artêşa Tirk a dagirker avê li ser bajêr qut dike."

Oso diyar kir ku divê şênî avê peyda bikin da ku pêwîstiyên xwe yên rojane pêk bînin û wiha domand: "Niha ev pirsgirêk çareser bû. Şênî jî wê biryarê bi disîplîntir dive bînin cih."

Oso wiha pê de çû: "Li Hesekê hejmareke mezin a koçberên herêmên Serêkaniyê û gundên girêdayî wê hene. Koçber di nav dibistanan de dimînin. Ew rojane bi hewcedariya pêdiviyên pêwîst in. Dibe ku em nekarin tevahiya pêdiviyên wan peyda bikin. Lewra neçar dimînin ji navendên xwe derkevin û pêdiviyên xwe peyda bikin."

Ebdulxenî Oso destnîşan kir ku gelek sedemên din jî hene û got: "Hinek herêm di bin kontrola hikumeta Sûriyê de ne û ew herêm biryara ku hatiye girtin, pêk naynin. Tîmên tenduristiyê û karkerên paqijiyê mecbûr in biçin karê xwe. Kêmasî ji hêla me ve derketiye."

Her wiha Ebdulxenî Oso got: "Ji sibê ve em ê rewşê bi awayekî bêtir kontrol bikin û biraya qedexeya derketina derve bînin cih. Divê şênî tedbîrên hişyariyê pêk bînin."

Di berdewama gotinên xwe de Oso got: "Ruxmî ku dewletên Ewropayê pêşketî ne lê nikarin vîrusê kontrol bikin. Lê em tevî derfetên tenduristiyê yên kêm, bi rêya hemleyên hişyariyê û dezenfektekirinê li herêmê, me karî rê li pêşiya derketina vîrusê li herêmê bigirin."

Ebdulxenî Oso bang li şêniyên Hesekê kir ku biryara qedexeya derketina derve bi disîplîntir pêk bînin û got: "Ji erka her endamekî/ê civakê ye ku tenduristiya xwe û malbata xwe biparêze da ku tenduristiya civakê bi giştî biparêzin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din