Oso: Nêrînên Rêber Apo herêm ji fitneyan parast

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso got: "Nêrînên Rêber Apo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hewldanên dewletên kapîtalîst û netewperest ên derxistina fitneyê parast."

Cîhan di nava qeyrana siyasî de ye ku bû sedama şer û nakokiyan. Rojhilata Navîn ji ber siyasetên pergalên netewperest û kapîtalîst herî zêde para xwe ji aloziyan wergirt.

Gelê Sûriyê jî ji ber rejîmên zordar ji vê aloziyê pê bar nema, lê bi derketina projeya neteweya demokratîk a xwe dispêre fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyaneke hevbeş afirand.

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso li ser mijarê ji ANHA‘yê re axivî û got: "Fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo jiyana hevbeş, biratiya gelan, çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn, bi taybet aloziya Sûriyê xwedî girîngiyeke mezin e."

Oso destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk a ku xw dispêre fikirê Rêber Apo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hewldana dewletên kapîtalîst û netewperest a derxistina fitneyê di nava gelan de dûr xist.

Oso bal kişand ku fikrê netewdewlet civakê parçe dike û wiha domand: "Ne mumkine ku dewletek hebe çand, ziman û ola wê yek be û îtîrafê bi mafên hemû pêkhateyan bike. Lê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hemû pêkhate û ol di bin banê rêveberiya xweser û biratiya gelan kom kir."

Ebdulxenî Oso bi bîr xist ku gelek hêz li Sûriyê şer dikin hewl didin fikirê neteweye demokratîk têk bibin û nakokiyan di navbera pêkhateyan de derxînin û got: "Lê hemû pêkhate têgihiştine ku çareseriya tekane ya têbirina netewperestiyê projeya neteweya demokratîk e, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser vî esasê gavan diavêjin da ku li hemberî netewdewlet biser bikeve. Di heman demê de hewl dide ku ev fikir li tevahî cîhanê belav bibe."

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê nêrînên Rêbertî bi "Çareseriyên Avakar" ji bo tevahî Rojhilata Navîn bi nav kir û wiha pê de çû: "Nêrînên Rêbertî yên der barê neteweya demokratîk ne de ne tenê ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, di heman demê de ji bo tevahî gelên azadîxwaz e yên dixwzin ji zulma netewdewlet xilas bibin. Ev proje ji bo hemû pirsigrêkên civakê ye."

Oso wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em hewl didin rêgeza neteweya demokratîk li tevahî dewletên Rojhilata Navîn belav bikin da ku dawî li krîz û nakokiyan were."

Ebdulxenî Oso diyar kir ku hemû dewletên ku bi navê çareseriya aştiyane destwerdanê di Sûriyê de dikin ji bo derxistina nakokî û kûrkirina aloziyê destwerdanê dikin û got: "Bi fikir û felsfeya Rêber Apo em ê van nakokiyan bi dawî bikin û neteweya demokratîk a ku xizmeta tevahî pêkhateyên herêmê dikin, ava bikin."

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso di dawiya axaftina xwe got: "Projeya neteweya demokratîk ne tenê ji bo gelê Kurd hatiye pêşkêşkirin. Lê ji bo hemû gelên bindest e. Divê em layiqî şehîdên xwe bin yên ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk canê xwe dane."

ANHA


Mijarên Din