PAJK: Dê hesabê qetlîama dewleta Tirk were pirsîn

Koordînasyona PAJK’ê têkildarî êrîşa li dijî endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb û 2 gerîlayên pê re daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dê hesabê vê qetlîama dewleta Tirk were pirsîn.

Di 5’ê Tîrmehê de balafirên şer ên dewleta Tirk li herêma Qendîlê êrîşeke hewayî pêk anîbû û di êrîşê de endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Dîyar Xerîb û 2 gerîlayên bi navên Şahîn û Devran şehîd bûbûn.

Der barê êrîşê de Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê  wiha ye:

“Di 5’ê Tîrmehê de endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Dîyar Xerîb û hevrêyên me Şahîn (Abdulkadîr Aslan) û Devran ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn.

Em şoreşgerê mezin hevrê Helmet (Dîyar Xerîb) û hevalên li ba wî bi hurmet bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji hevrê û malbata hevrê Helmet, Devran û Şahîn re dixwazin û em balê dikişînin ser vî tiştî ku wê hesabê vê qetlîama dewleta Tirk were pirsîn.

Dewleta Tirk ji bo pêkanîna planên xwe yên faşîst û mêtinger dixwaze her bihosteke axa Kurdistanê dagir bike û tevgera azadiyê ya ku bi pêşengiya rêber Apo tê kirin jî tasfiye bike. Ji ber vê jî serî li rêyên qirêjî didin û bi rêya sîxuran zextan li ser gelê herêmê dikin. Şehadeta hevrê Helmet ne êrîşeke tesadufî ye. Ji ber ku hevrê Helmet ji Başûrê Kurdistanê ye û yek ji endamên saziya Konseya Serokatiya Giştî ye ku Rêbertî dibêje ‘Ew alîkarên min in’. Ev jî diyar dike ku heval Dîyar Xerîb bi taybet bûye hedef.

Hevrê Helmet di têkoşîna xwe ya 25 salan de bi helwest û enerjiya xwe xwestiye gelê Başûrê Kurdistanê bi rêxistin bike û bi paradîgmaya rêber Apo bûye xwediyê têkoşîneke mezin. Di heman demê de bi hevrêyên jin re li ser pîvanên îdeolojiya azadiyê têkiliya hevrêtiyê daniye û bal kişandiye ser rola jinan a di şoreşê de. Jinên Başûrê Kurdistanê di serî de em bang li hemû jin û ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku bila xwedî li xeta têkoşînê ya hevrê Helmet û destkeftiyên Kurdistanê derkevin.

Hevrê Helmet sembola yekitiya neteweyî ya Kurdan e. Ji îro û şûnde pêkneanîna yekitiya Kurdan dê îxanet be. Xwedîlêderketina hevrê Helmet, pêkanîna yekitiya neteweyî ya demokratîk a Kurdistanê peywira me hemûyan e.

Divê dijmin baş bizane ku wê hesabê her qetlîama li ser axa Kurdistanê were pirsîn. Hevrê Helmet sembol û qehremanê yekitiya neteweyî ya Kurdan e. Divê em xwedî li têkoşîna wî derkevin û ji dewleta Tirk a faşîst û sîxuran bipirsin. Em bang li jin û ciwanan dikin ku divê dakevin qadan û nerazîbûna xwe ya demokratîk derxin holê.”


Mijarên Din