Pakrewanê tolhildêr; Hesen

Şervanê YPG’ê Hesen Îbrahîm (Mamoste) bi zîrekbûn û çalakbûna xwe dihat naskirin. Ji aliyê derdora xwe ve pir dihat hezkirin. Hesen beriya ku şehîd bibe wesyet li hevalên xwe dike ku çeka wî li erdê nehêlin.

Pakrewan Hesen Îbrahîm beşdarî gelek pêngavên şerê li dijî komên çete bû. Hesen di pêngava tolhildana  hevalên xwe de di encama kemîna çeteyan de tevlî karwanê şehîdên azadiyê bû.

Têkoşer Hesen Îbrahîm an ku "Mamoste" di sala 1984‘an li gundê Xirab Ebo yê girêdayî navçeya Tirbespiyê yê kantona Qamişlo çavê xwe li dinê vekir. Hesen ji zarokatiya xwe ve bi çalakbûn û rûkeniya xwe dihat naskirin.

Bavê têkoşer Hesen, Mihemed Zekî Îbrahîm dibêje: "Hesen ji zarokatiya xwe ve çalak û zîrek bû. Her tim dixwest derdora xwe nas bike. Ji ber vê yekê kesayeteke civakî jê derket ku ji aliyê derdorê ve gelekî dihat hezkirin."

Dayika Hesen, Necah jî dibêje ku kurê wê Hesen ji werzîşê, bi taybet fotbulê gelekî hez dikir û wiha got: “Hesen di dibistanê de pir jêhatî bû, ji ber wê mamosteyan navê Zekî "Zîrek" lê kiribûn.”

Têkoşer Hesen Peymangeha Werzîşê ya li Helebê qedand û bi dehan şagirt li ser her cûre werzîş perwerde kir.

Bi pêvajoya Şoreşa Rojava re, Hesen hin ciwanên herêmê yên ku çalakiyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de pêk dianîn, nas dike. Ev yek bû gava wî ya yekemîn ku cihê xwe di nava şoreşê de bigire.

Bavê şehîd Hesen, Mihemed Zekî bi bîr dixe ku kurê wî beşdarî çalakiyên tevgerê dibû û wiha didomîne: "Piştî ku ez vegeriyam Rojava, min dît ku Hesen xwendina xwe hinekî paşguh kiriye û bi dozên niştimanî ve mijul dibe."

Paşê jî tevlî refên YPG‘ê bû û perwerdeyên leşkerî û fikrî dîtin. Di êrîşên çeteyan ên li ser herêmên Rojava de bê bersiv nedima û di gelek pêngavên rizgarkirinê de cih girt.

Şerê yekemîn ê ku têkoşer Hesen beşdar bibû, şerê li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra li ser navçeya Til Hemîsê bû. Rêhevalê wî Bahoz dibêje: "Hesen di vî şerî de pêşeng bû. Hevalên xwe diparast. Hertim digot me ‘derfet nedin çeteyan ku nefesê bistînin, em ê wan bi saxî di xendeqên xwe de defin bikin’."

Seydo jî ji hevalên têkoşer Hesen e, li ser kesayeta Hesen wiha axivî: “Şehîd Hesen di plankirinê û tektîka li dijî çeteyan de zîrek bû. Hebûna wî hêz û moral dida me."

Pêngava tolhildanê

Her çendî şervanên YPG, YPJ‘ê li hemberî hovîtiya çeteyan û lîstokên wan ên qirêj serkeftinan bi dest dixin, çeteyan êrîşên xwe dijwartir dikirin. Di şerê li navçeya Til Birak a kantona Qamişlo, di sala 2013‘an de, hejmarek şervanên ku têkoşer Hesen ew perwerde kiribûn şehîd ketin.

Ji bo tola şehîdan, komek şervanên YPG’ê berê xwe da navçeya Til Birakê. Navê pêngavê kirin ‘Pêngava Tolhildana Şehîdan". Têkoşer Hesen jî ji pêşengên komê bû.

Herî dawî Hesen, di 22‘yê Sibata 2014‘an, di encama kemîna çeteyan de li gundê Til Feres şehîd dibe.

Birayê şehîd Hesen, Şefî Îbrahîm anî ziman ku Hesen beriya şehîd bibe wesyet kir ku hevalên wî çeka wî li erdê nehêlin û wiha got: “Em ê xeta şehîdan bişopînin heta serkeftina şoreşê pîroz bikin.”

(bb)

ANHA


Mijarên Din