Pakêtên xwarinê li malbatên xizan tên belavkirin

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê şaxê Qamişlo pakêtên xwarinê li malbatên xizan û yên ku derbara xwe ji karê xwe yên rojane derdixin, belav kirin.

Li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtina li pêşiya pandemiya Koronavîrusê ji 23`yê Adarê ve biryara qedexeya derketina derve hatiye ferzkirin. Ji bo ku ev biryar bandorê li malbatên ku debara xwe ji karê rojane peyda dikin, neke Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê- Şaxê Qamişlo pakêtên xwarinê li dehan malbatan belav kir.

Pakêt ji birinc, dimsa bacanasor, savar, zeyt, makaron û helawê pêk dihat.

Hevseroka Meclisa bajarê Qamişlo Muna Farûq di vî warî de got: "Em niha di pêvojyek mirovî re derbas dibine, pêwîst dike ku alîkarî ji malbatên ku debara xwe rojane peyda dikin were pêşkêşkirin. Ev însiyatîf mirovî ye û em spasiya kedên Yekitiya Parêzeran dikin."

Girêdayî prosesa belavkirinê, Muna diyar kir ku komînên bajêr navên wan malbatan tomar kirin. Piştre meclisê pakêt li wan belav kir. Muna destnîşan kir ku prosesa tomarkirina navên malbatan û belavkirina pakêtan heya bidawîbûna qedexeya derketina derve berdewam e.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro biryara belavkirina pakêtên xwarinê li malbatên xizan û hewcedar ên ku debara xwe bi karê rojane peyda dikin da. Belavkirin wê di dirêjahiya dema qedexeya derketina derve de berdewam bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din