Paneberên ji Iraqê li kampa Holê bi guleyan hatin hedefgirin

Paneberekî ji Iraqê bi navê Qasim Şehlan di encama guleberandina kesên nenas de di nava kampa Holê de birîndar bû.

Di nava kampa Holê de ya li rojhilatê bajarê Hesekê, zêdetirî 31 hezar penaberên ji Iraqê hene, di 4 beşan de dimînin û piraniya wan jin û zarok in.

Di vê dawiyê de di nav kampê de bûyerên kuştinê zêde bûn. Herî dawî, cenazeyê penaberekî iraqî yê xeniqî, hate dîtin. Hêzên ewlekariyê diyar kir ku di agahiyan de tê piştrastkirin ku jinên DAIŞ`î li paş vê bûyerê ne.

Duh bi şev saet di 7:30`an de hinek kesên nenas û rûgirtî, li penaberê ji Iraqê Qasim Şehlan dema ku di nav stada kampê ya li beşa sêyem a penaberên Iraqê de digeriya, gule barandin.

Qasim Emmar Şehlan (30) ji Iraqê ye û beriya ku were Holê li bajarê Enbarê yê Iraqê dima. Li gorî çavkaniyekî ewlekariyê, komeke çekdar li pêşiya niştecihên kampê gule lê barandin. Niştecihan hema yekser alîkariya wî kir û rakirin nexweşxaneyê. Koma çekdar bi lez ji cihê bûyerê revî.

Li gorî agahiyan rewşa Şehlan baş e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din