Panela 4'emîn a MSD'ê bi dawî bû

Panela 4'emîn a MSD'ê li bajarê Kobanê piştî nîqaşên dirêj li ser mijarên cûda bi dawî bû.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) panelan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo gelê Cizîr û Firatê” li dar dixe. Piştî du li Hesekê û yek li Minbic vê sibehê panela çaremîn li bajarê Kobanê dest pê kir.

Panel li hola Newroz a bajarê Kobanê bi beşdarbûna 130 kesayetên siyasî kurdî û erebî û şêx û rûspiyên herêmê li dar ket.

Mijara yekemîn a panelê li ser diyaloga sûrî-sûrî, diyaloga bi opozisyonê re, diyaloga bi rejîmê re û diyaloga kurdî-kurdî bû û bandora van diylogan li çareseriya siyasî ya Sûriyê bû. Di vê derbarê de Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed axivî û destnîşan dûrxistina nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê ji kongreyên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, bi awayekî neyînî û trajedîk bandor li gelê Sûriyê dike.

Mijara duyemîn jî li ser têkiliyên dîrokê yên gelên herêmê û rola wan di avakirina Rêveberiya Xweser û mekanîzmeya pêşxistina karên saziyên rêveberiyê de bû.

Beşdaran li ser pirsgirêkên aborî, çandinî, xizmetguzarî û ewlehî li herêma Firatê nîqaş kirin.

ANHA


Mijarên Din