Panela MSD: Rêveberiya Xweser kilîta çareserkirina aloziyên herêmê ye

Panela MSD'ê ya li Minbicê piştî nîqaşa mijara duyemîn a li ser têkiliyên dîrokî yên gelên herêmê û rola wan di avakirina Rêveberiya Xweser de bi dawî bû.

Di rûniştina duyemîn a panela MSD'ê ya li Minbicê de, seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro axivî.

Cîhan behsa dîroka Rojhilata Navîn û şaristandiyên wê, gelên ku lê bi cih bûn û têkiliyên di navbera wan de kir. Cîhan Xidro got: "Herêma Rojhilata Navîn dergûşa şaristaniyê ye, ji Rojhilata Navîn şoreşa çandinî û çandî dest pê kir. Lê li dijî wê êriş û siyaseteên parçekirina pêkhateyên gelên wê hatin meşandin, ku di encamê de xaka herêmê li gorî peymanên navdewletî hate parçekirin bêyî ku nêrînên gelên wê û têkiliyên wan ên civakî û çandî di ber çavan re werin derbaskirin, di nav de Peymana Sykes-Picot, ku Rojhilata Navîn li  welatên ku berjewendiyên hêzên mezin ên cîhanê dikin, hate parvekirin."

Cîhan Xidro destnîşan kir ku şoreşa Sûriyê nedikarî projeyeke demokratîk pêşkêş bike ku dawî li aloziyê werîne û wiha domand: "Lew re şoreş ji xeta xwe derket û ket xizmeta aliyên derve û bû sedema derketina komên çete yên girêdayî Tirkiyê ku berjewendiyên wê bi cih bîne."

Cîhan Xidro bal kişand ser rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewş cûda ye û  bi saya projeya Rêveberiya Xweser pêkhateyên wê bi hev re bêyî cûdahî bi hev re jiyaneke hevbeş ava kirin.

Seroka Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser kilîta çareseriyê ya aloziya Sûriyê û gelemperiya Rojhilata Navîn, ji ber ku ji cewherê civakê dest pê dike û xirûsên hemû gel, civak û netewan di ber çavan re digire.

Li ser vê mijar, beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. Li gorî ku derket pêş, divê rewşa ciwanan were şopandin û ji şerê taybet ên ku aliyên derve li dijî wan dimeşînin werin dûrxistin, her wiha banga têkoşînê li dijî madeyên hişbirê hate kirin û girîngiya alaqeya bi aliyê dirûnî yê ciwanan hate destnîşankirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê, Mihemed Xeyr Şêxo got, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê derfetên wê zêde nînin, lê hewl dide li gorî derfetên di dest de xizmetê pêşkêş bike û diyar kir ku ji bo pêşxistina herêmê di her aliyan de divê xedeke mezin were dayîn.

ANHA


Mijarên Din